Serketina hunerê dijîtal û niqaşên li ser

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:00

  • Piştî ku berhemeke ji hêla aqilê çêkirî ve hatibû çêkirin di pêşbirka hunerî ya beşa dijîtal de xelat wergirt û bû yekem, nîqaşên li ser hunerê dijîtal dîsa geş bûn. Gotinên “huner çi ye?” û “hunermend kî ye?” dîsa hatin rojevê û nîqaş kûrtir bûn.

XASÊ CÛNÊ

Di van demên dawî de hunerê dîjîtal bi xêra teknolojiyê gelek bi pêş dikeve û êdî hunermend bêyî firçe û boyaxê dikarin gelek berheman biafirînin. Heta ew dikarin tenê bi hin agahî û peyvan jî, yanî bi riya bernameyên ku ji hêla aqilê çêkirî ve bipêşketine, hunerê xwe nîşanî xelkê bidin. Helbet dîsa şarezabûnek ji bo vî karî divê û ya giring ew e ku meriv zanibe bernameyên dijîtal bide xebitandin. Hin hunermend di vî karî de gelekî bi pêş ketine û diafirînin jî. Tenê ne di warê şêwekariyê de, di warê sînemayê de jî ev bipêşketin çêbûne. Herî dawî dîsa bi riya bernameyeke dijîtal senaryoyên filman hatibûn hazirkirin û ev senaryo bûbûn film. Yanî hunerê dijîtal bi saya aqilê çêkirî bi her awayî xwe bi pêş dixe û tiştên nû diceribîne. Lê ev bipêşketin gelek nîqaşan jî bi xwe re tîne. 

Hunermend kî ye?

Piştî ku berhemeke ji hêla aqilê çêkirî ve hatibû çêkirin di pêşbirka hunerî ya beşa dijîtal de xelat wergirt û bû yekem, nîqaşên li ser hunerê dijîtal dîsa geş bûn. Gotinên “huner çi ye?” û “Mirov dikare ji kê re bibêje hunermend?” dîsa hatin rojevê û nîqaş kûrtir bûn.

Li bajarê Puebla yê Coloradoya Emerîkayê, ev qederê 150 salan e ku “Colorado State Fair” (Fuara Eyelata Coloradoyê) tê lidarxistin. Her wiha di çarçoveya fuarê de beşa “Fine Arts Competiton” (Pêşbirika Hunerên Bedew) a ku tenê berhemên dîjîtal qebûl dike jî heye. Jason M. Allen ku serokê şirketeke lîstikê ya bi navê “Incarnate Games” e û di heman demê de sêwirmendê lîstikan e, bi berhema xwe ya “Théâtre D’opéra Spatial” ku ji hêla bernameya “Midjourney” ya dijîtal ve hatiye sêwirandin tevlî pêşbirkê bû. Bernameya Midjourney a dijîtal, bi saya hin agahî û peyvên ku lê tên barkirin, dikare wêneyan xêz bike. Berhema Jason M. Allen jî di pêşbirkê de bû yekem û 300 dolar xelat wergirtin.

80 saetan li ber berhema xwe da

Li ser nîqaşan, rêveberên fuarê dan zanîn ku serketina Jason M. Allen ne li derveyî qaîdeyan e û wan got, “Hunêrê dijîtal û her wiha teknolojiya dîjîtal, pratîkeke hunerî ye û bi vê rêyê mirov dikarin gelek tiştan çêkin.”

Piştî ku Jason M. Allen nûçeya xelata xwe li ser hesabên xwe yê medyaya civakî parve kir, gelek kesan nerazîbûn nîşanî wî da. Lê li ser van nerazîbûnan, Jason M. Allen got, wî 80 saetan li ber daye da ku vê berhema xwe biafirîne û karê wî qet ne hêsan bûye. 

Cal Duran ku yek ji jurîyê pêşbirkê bû, got, wan dema biryar daye, wan nezanîbû ku ev berhem bi aqilê çêkirî ango bi saya bernameya dîjîtal hatiye çêkirin. Lê wî her wiha da zanîn ku ew dîsa jî ji biryara xwe razî ne û li pişt vê biryara xwe ne.

Lîstikên hunerî bi pêş dikevin

Li hêla din jî êdî gelek lîstikên ku bi rêya aplîkasyonan tên barkirin, bala wan li ser huner e û her wiha dixwazin bi van lîstikan bala kesên meyldarê huner, bikşînin ser huner. Mekîneya lîstikan a bi navê Xbox niha lîstikeke bi navê “Pentiment” ya nû li konsola xwe zêde kir. Çêroka lîstikê di sedsala 16’an de li Elmanya, li sînorê Bavyerayê diqewime û bi serpêhatiyan bala xelkê dikşîne ser huner. Kesên bi vê lîstikê dilîzin, di heman demê de dibin hunermendekî wê serdemê û dikevin pey serpêhatiyên balkêş.

Pentîmento yan jî guhertina şêwekar

Lîstika “Pentîment” ji hêla şirketa bi navê Obsidian Entertainment ve hatiye hazirkirin. Navê “Pentîment” xwe dispêre dîroka huner. Weke peyv tê maneya guherîna fikrên şêwekaran a di dema pêvajoya kompozisyona berheman de, yanî ew îşaret bi guherînê dike. Jixwe bi Îtalyanî jî weke “pentîmento” tê gotin û bi maneya “poşmanbûn”a şêwekar tê bikaranîn. Yanî dema şêwekar wêneyekî çêdike û ji hin birayarên xwe poşman dibe û dixwaze li ser wêne guhertinan bike, ev rewşa wî/wê bi peyva “pentîmento” tê îfadekirin.

Bi huner gengaşiyên siyasî û civakî

Di dema hazirkirina vê lîstikê de ji hunerên tezhîb û gravurê îlham û feyz hatiye girtin. Bavyeraya di sedsala 16’an de di nav gengeşiyeke siyasî û civakî de ye. Hunermendê bi navê Andreas Maler ku maceraperestek e û gelek serpêhatiyên wî çêdibin jî, di wê serdemê de dijî. Kesên bi vê lîstikê dilîzin, dikevin şûna Andreas Maler û sira gelek kesên ku hatine kuştin eşkere dikin. Bi vê eşkerebûnê re ew biryarên nû jî didin û bi her biryarekê re dest bi rêwîtiyeke nû dikin.  

Derhênerê hunerî yê lîstika “Pentîment” Hannah Kennedy ji bo lîstikê got, “Tesîra dîroka hunerî li ser vê lîstikê gelek e. Ev lîstikeke dîrokî ye ku em pê hunerî didin hezkirin.” 

Lîstika Pentîment dê di Mijdara 2022’yan ji bo xelk pê bilîze, hazir be.

COLORADO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.