Şerefname û Şerfxanê Bedlîsî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Gulan 2024 - 18:15

  • Pirtûka bi navê “Şerefname” ya Şerefxanê Bedlîsî çavkaniyeke girîng e ji bo dîroka Kurdistanê. Hejar Mukriyanî jî pirtûkê weke çavkaniyeke yekane bi nav dike û dibêje ev berhem dîroka Kurd û Kurdistanê bi xwe ye.

LORÎN MARKASÎ

Di demên cuda de gelek pirtûkên Şerefnameyê bi Kurdî hatine çapkirin. Ji bo danasînê me wergera Ziya Avci esas girt. Avci, tenê pirtûkê wernagerîya ye. Ew diçe Londonê û tabloyên ku di orîjînala Şerefnameyê de hebûne bi dest xistiye (Bîst û çar tablo) û dawiya pirtûkê çap kiriye.
82 rûpel “Jêrenot”ên Ziya Avci ne. Ev jêrenot alîkariya xwendevanan dikin.
Şerefxanê Bedlîsî di 25’ê Sibata 1543’an de li Kerûtê ku nêzîkî bajarê Qûmê ye ji dayîk bûye. Bi pirtûka “Şerefname” ya ku di sala 1597’an de nivîsiye, ketiye dîroka Kurdan. Çawa ku Herodot bi pirtûka xwe navê “Bavê Dîrokê” wergirtibû, Şerefxanê Bedlîsî jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Şerefname” ji bo

Kurdan bavê dîrokê tê hesibandin.
Ev berhema ku berî çar sedsalan hatiye nivîsandin, heta roja îro bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Bi ingilîzî, rûsî, fransî, erebî gelek caran hatiye çapkirin. Di pirtûka Şerefnameyê de dewletên Kurdan ên weke Mervanî û Eyûbî û Mîrekiyên Kurdan hatine vegotin. Nivîskar li ser gelek bajarên wekî Colemêrg, Çemişgezek, Bedlîsê agahiyên berfireh dide. Mînak, cihekî mezin ji bajarê xwe Bedlîsê re veqetandiye. Bi berfirehî behsa avabûna bajêr û kelehê û rola geliyê Bitlîsê di şeran de dike.
Zimanê nivîskar jî nerm e. Dema ku kesayetên Kurd vedibêje, her tim bi duayan wan bi bîr tîne. Nivîskar hem di dewleta Sefewî û hem jî di dewleta Osmanî de erkên girîng girtiye ser milê xwe. Ji ber vê sedemê bûye şahidê gelek şer û bûyeran. Di pirtûka xwe de behsa van şer û bûyeran jî dike. Ev yek behna bîranînê dide pirtûkê û şansê xwendevanan heye ku van bûyeran ji şahidiya yekem bixwîne.

Dîroka Kurd û Kurdistanê ye
Hejar Mukriyanî di nav Kurdan de wek helbestvan navdar e. Lê li Îran û Misirê wek wergerekî te nasîn. Ew li ser Şerefnameyê wisa dinivîsîne: “Şerefname dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Pirtûk ji aliyê kesekî welatparêz û hunermend ve hatiye nivîsandin. Bûyer û mirovên jibîrbûyî nivîsandiye û wan ji mirinê rizgar kiriye û zindî hiştiye. Karekî wisa kiriye ku nemire. Şerefname mêrxasname ye jî. Çimkî di pirtûkê de bi dehan çîrokên qehremaniya Kurdan jî hatine vegotin.”

Berhemeke ‘yekane’ ye
Şerefxanê Bedlîsî berhema xwe bi farisî nivîsî. Hejar pirtûk wergerand zaravayê soranî yê Kurdî. Ev wergerê mezin heyranê zimanê Şerefxanê Bedlîsî ye. Ji aliyê edebî ve pirtûka wî “bi heybet” bi nav dike û dibêje: “Ger nivîskarên farisî yên îroyîn pirtûka Şerefnameyê bixwînin, dê bibînin di zimên de ka çiqasî bêzar bûne.” Dîroknas Mehmet Emîn Zekî Bey jî Şerefnameyê wekî berhemeke “yekane” bi nav dike. Di Şerefnameyê de têkiliyên qralan -Dehak, Îskender, Silêman, Hûlagû, Cengîzhan û Tîmûr- bi Kurdan re jî tê vegotin.

Di pirtûkê de cihê Bedlîsê
Şerefxanê Bedlîsî ji malbateke kevnar a Kurdan bûye ku bi sedan salan bajarê Bedlîsê bi rêve birine. Di heman demê de biryara serdestiya Bedlîsê ji Şerefxanê Bedlîsî re re hatiye û wî li Bedlîsê îdareya bajêr bi dest xistiye.
Dema ku mirov pirtûkê dixwîne fêm dike ku çima Bedlîs di dîrokê de di warê perwerde, avakirin û aborî de bajarek diyar e. Mirov dikare zelaltir bibîne ka çima deşta Bedlîsê ji bo hecî, rêwî, bazirgan û leşkeran girîng e. Şerefxanê Bedlîsî di dawiya pirtûkê de behsa jiyana xwe jî dike û sedema nivîsandina Şerefnameyê wiha vedibêje:
“Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddin e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alikarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilina ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, pişti ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taget bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bum. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û mehareti ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dirokan mijûl im.”

Da ku ji bîr neçin…
Ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine.
Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME.
Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.”

Kûnyeya pirtûkê:
Nav: Şerefname – Dîroka Kurdistanê
Nivîskar: Şerefxanê Bedlîsî
Werger: Ziya Avci
Weşanxane: Azad, 2014
Rûpel: 639 rûpel

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.