Serê pêşî çûn serdana malbatan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 01:07

REWŞAN DENIZ

Yekkîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S), piştî erdhejê maseyên krîzê ava kirin û dest bi xebatê kir. Wan bi jinên Swîsreyî û Tirkiyeyê re xebatên hevpar meşandin. Ew çûn sersaxiya malbatan, li meydanan dezgehan datînin, li gel şaredarî û saziyan hevdîtinan dikin.

Jinên li Swîsreyê, ji roja destpêkê ya erdhejê ve xebatên xwe didomînin. Jinan di civîna xwe ya dawî de, biryara dewamkirina xebatan dan û derbarê xebatên xwe yên demdirêj de nîqaş kirin. jinên Kurd wê li gel dostên xwe şevên piştgiriyê li dar bixin. Li bajarê Zurichê di 25’ê Sibatê de, li bajarên Basel û Solothurnê di 26’ê Sibatê de, ji bo kesên wefat kirine, wê teziye û bîranînên navendî bên kirin. Li Swîsreyê heta niha jinan 46 hezar û 685 Frank alîkarî daye Heyva Sor a Kurdistanê.

Hevdîtin bi dêran re kirin

Di hevdîtinên li gel dêran û sîwana olan a li Luzernê de, Şaredariya Luzernê 1.200 Frank bexişandin. Jin wê di 3, 5 û 8’ê Adarê de dezgehan deynin û xebatên xwe yên komkirina alîkariyê dewam bikin. Jinan di çalakiyeke piştgiriya ya li bajarê Zugê de, 6 hezar û 700 Frank kom kirin û bi giştî 12 Hezar û 360 Frank ji Heyva Sor a Kurdistanê re şandin.

Li gel dostan dixebitin

Li Zurichê jinên Kurd li gel saziyên dost ên Swîsreyî dixebitin. Wan 12 hezar belavok belav kirin. Jinên Kurd 4 caran dezgeh danîn, Koch-Areal a ku ji alternatîfparêzan pêk tê, li bazarê tişt firotin û bi giştî 1500 Frank alîkarî dan. Heta niha di xebatên jinên Kurd de li Zurichê 14 hezar û 575 Frank alîkarî hatiye komkirin.

Jinên li Cenevreyê ku xebateke kollektîf dimeşînin, diçin serdana malbatan û dezgehan datînin. Di xebatên li Lozanê de jî Şaredariya Lozanê, 30 hezar Frank alîkarî kir.

Teziye tên danîn

Li bajarê Baselê jî ji bo malbatên kesên di erdhejê de mirine, li komeleyê teziye hate danîn û sersaxî hatin qebûlkirin. Li gel serdana malbatan, xebatên hevpar ên li gel saziyên dost jî dewam dikin. Di hevdîtinên li gel dêran û saziyên humanîter de û di xebatên dezgehên alîkariyê de, bi giştî 8 hezar Frank hatin komkirin.

Li herêma Aarau jî jinên Kurd ên ser bi YJK-S´yê diçin serdana malbatan. Ji bo kesên di erdhejê de mirine, teziye hatin danîn. Serdana dêran û saziyan jî didome. Li herêmê 4 dezgeh hatin danîn û di encamê de 4 hezar û 410 Frank hate komkirin.

Winterthur jî her roja sêşemê dezgeha alîkariyê tê danîn. Heta niha 3 hezar û 340 Frank alîkarî hatiye komkirin. Li St. Gallenê jî di encama xebata jinan de 2 hezar Frank hatin komkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.