Sercerdevanê qatil mir

Şemî 10 Hezîran 2023 - 01:18

Sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe bikuje. Zarokê 13 salî ji bo diya xwe biparêze, Umay bi sîleha wî birîndar kir. sercerdevan Umay paşê mir.

Keyayê gundê Heydera Jorîn a ser bi navçeya Gêlê ya Amedê û sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe E.U. pêr êvarê bikuje. Hat zanîn ku sercerdevan bi awayekî sîstematîk şidet li E.U.´yê dikir û pêr bi kêrê êrişî wê kiriye û xwestiye wê bikuje. 

Zarokê/a 13 salî ji bo dayika xwe biparêzer bi çekê gule berdaye bavê xwe û ew birîndar kiriye. Sercerdevanê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê. Sercerdevan Selahattîn Umay li nexweşxaneyê mir. Hevjîna wî E.U. jî ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê. 

Leşker çûn gund û M.U.´yê 13 salî kirin nezaretê. Hat zanîn ku leşkeran dor li gund girtiye.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.