Şeran feqîr muhtacî G7’ê kirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 21:21

  • Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku qederê 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, dibe ku ji nêza û birçîna bimirin. 

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku qederê 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, dibe ku ji nêza û birçîna bimirin. 

Zarokên ku rîska herî giran li ser wan heye, li 15 welatan in; li van welatan xurek, dexl, zad û qût kêm e. Efxanistan, Etiyopya, Haîtî û Yemen ji van welatan in.

UNICEF'ê got, ji bo van welatan pêwîstî bi alîkariya xurekê ya lezgîn û alîkariya tibî heye û ragihand ku hejmara zarokên metirsî li ser wan heye, her kêlî zêde dibe.

UNICEF'ê weke yek ji pirsgirêkên sedema vê rewşê jî zêdebûna buhayê xurekê yê ji ber şerê Ûkraynayê nîşan da. Her wiha germahiya global, hişkesalî û bandora şewba Covîd-19 jî weke çend ji van sedeman hatin diyarkirin.

Di daxuyaniya UNICEF'ê de ji welatên G7´ê alîkariya bi 1.2 milyar dolarî hate xwestin da ku alîkariya dexl û xurekê li van welatan bê kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.