Civîna G7´ê ya li Hîroşîmayê bûye semboleke nû ya hevrêziya şer a eniyên rojava û rojhilat ên şerê sar ên cîhanî. Ev her du enî hatine dîzaynkirin da ku Rûsya û Çînê bişkînin, da ku rê bigirin li ber berdewamiya afirandina nîzameke cîhanî ya ku "qanûnên" li Washingtonê hatine vedîtin red bikin. Li Eniya rojava ku ji Fînlandiyayê heta Tirkiyeyê dirêj dibe, jixwe zincîreyeke berdewam a baregehên leşkerî hatiye avakirin û li Ûkraynayê şerê leşkerî yê vekirî hatiye provokekirin. Di vir de NATO bi rola sereke rabû. Wê ji çend deh salan ve xwe ji bo şerekî bi Rûsyayê re amade dikir.
Li Eniya Rojhilat jî heman senaryo tê dûbarekirin, lê bi derengiya çend salan. Piştî têkçûna hêviyên ji bo "tevlîbûna çêker" ya Împeryalizma Ezmanî, rûbirûbûneke vekirî bi wê re di sala 2018’an de dest pê kir, dema ku şerekî bazirganiyê dest pê kir, "şoreşeke rengîn" li Hong Kongê û teqîna girseyî ya çekan li Taywanê. Di wê demê de, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi Japonya, Koreya Başûr, Awustralya û Fîlîpînan re peymanên leşkerî hebûn, lê rêxistineke koordînasyoneke wekî NATO´yê tine bû. Ji ber vê yekê, Washingtonê dest pê kir daxwaz bike ku "herêma berpirsiyariyê" ya blokê li herêma Hindo-Pasîfîkê were dirêjkirin. Di vê navberê de bi lezgînî bloka leşkerî ya AUKUS hate avakirin û rêxistina leşkerî-diplomatîk QUAD hate aktîfkirin. Serketinên bi dest ketine û karên din ên di avakirina eniya hêzên li dijî Çînê yên DYE, Ewrûpa û Asyayê de diviyabû mijara gotûbêja civîna Hîroşîma bûya.
Lêbelê, derbarê "veqetandina" bi Çînê re, di nav rêzên G7´ê de nêzîkatiyên cihêreng xuya bûn, ku di ragihandina dawîn de hatin eşkerekirin.
“Veqetînek”e rastîn bi hevkarê xwe yê bazirganiyê yê herî mezin re ne li gorî endamên Ewrûpî yên G7´ê ye. Daxwaza "rûniştina li ser du kursiyan" û domandina têkiliyên bikêr bi Pekînê re bêyî binpêkirina hewcedariyên dsîplîna Euro-Atlantîk di heman demê de eşkere ye. Daxwaza Washingtonê ya xurtkirina “Eniya Rojhilat” jî bi saya "dij-êrîşa" Pekînê ya li ser “Eniya Rojava”, bi serketinek tam pêk nehat. Jixwe, peywira “Dij-êrîşê” ya nûnerê taybet ê Çînê, balyoz Li Hui bû. Divê ew helwêsta fermî ya aliyên şerê Ukraynayê zelal bike û behsa senaryoyên cuda bike.
Pekînê ev “dij-êrîş” li hemberî "êrîşa" NATO´yê da destpêkirin. Qada berpirsiyariya blokê jixwe bi fermî li herêma Hindo-Pasîfîkê hate dirêjkirin, û dê navendeke herêmî li Tokyoyê were avakirin. Çîn dikare ji dîrokê paralel encaman ji bûyerên berdewam derxîne, sermeselê bi tevlêbûna Japonya di sala 1936’an de bi Peymana Antî-Kominternê re.
Ji ber ku di dîrokê de Japonyayê li dijî Împeryalîzma Ezmanan dest bi şerekî tevayî kir, û tenê alîkariya dîplomatîk, leşkerî û darayî ya Yekîtiya Sovyetê rê li ber kapitulasyona Komara Çînê girt. Çînê, di heman demê de, pêşî li Tokyoyê girt ku di wextê diyarkirî de êrişî Yekîtiya Sovyetê bike. Piştre, ji bo cara yekem, du eniyên stratejîk ên bi hev ve girêdayî û sûdmend derketin holê.
Niha rewşa “du eniyan” dubare dibe. Serketinên leşkerî yên Rûsyayê bi civîna G-7 a Hîroşîmayê re hevdem bûn. Eniya Rojava dîsa piştgirî da Eniya Rojhilat. Niha Pentagon dê careke din planên operasyonên li derdora Taywanê analîz bike.
Li pêşiya me civînên nû yên NATO û Koma Heftan, civînên nû yên serokên Peymana Shangayê û BRICS´ê hene. Hemî jî di nav mentiqa pêkhatina mîmariya gerdûnî ya nû de cih digirin. Rola sereke di nehiştina kombûna hêzên rojavayî de li hember yekê ji hevrikên sereke ye. Ev hevrikên sereke jî Rûsya û Çîn in û bi vê rola hanê jî "koordînasyona şer" a her du welatan radibe. Ji ber ku ew dizanin, kî berjewendiyên neteweyî yên her du neteweyan pêk tîne, tenê ew dê mezin bibe.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Pîvana demokrasiyê azadiya jinê ye
6 gulanê
Li ser hevditinên Emerîka û Îranê
29 nîsanê
Stratejîya bazirganîya DYE
22 nîsanê
Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar
15 nîsanê
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê