Sempozyûma şêwekariyê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Gulan 2023 - 03:25

CUMA MIHEMED/ANHA/KOBANÊ

 

Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 20`ê Gulanê de Sempozyûma Rojava ya Hunerê Şêwekariyê ya 4`an bi beşdariya 20 hunermendên ji seranserî herêmê û bajarê Helebê li dar xist. Pêr (pêncşemê) sempozyûm li Kobanê bi dawî bû lê wê di 30`yê Gulanê de li kantona Qamişloyê dewam bike.

Hunermendên beşdar di 6 rojan de, 37 tablo xêz kirin ku dê piştre di pêşangeha salane li Qamişloyê de werin nîşandan.

Cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen behsa du qonaxên sempozyûmî kir; “Di sempozyûmê de 20 hunermendên ji seranserî herêmê û bajarê Helebê hene. Qonaxa duyemîn jî, pêşangeh e, li Qamişlo dê li dar bikeve.” 

Jin û gul bihevre xêz kirin

Şêwekar, Rewan Xelîl a ji Qamişloyê got, “Ev cara sêyem e ez tev li vê çalakiyê dibim. Mijarên realîst û şêwekarî hebûn. Min jin wek gulê xêz kirin. Di tabloya xwe de min jin û xweza têkil hev kirin. Min xwest, girêdana dîrokî ya xurt di navbera jin û xwezayê de nîşan bidim.”

 

Sempozyûm fersendek baş e

Şêwekar, Şaban El Ebdo jî ji Minbicê tev li sempozyûmê bûye. El Ebdo got, “Sempozyûm ji bo hunermendan, destek e. Materyal dan me. Çi tê bîra kê, ew wê xêz dike. Hinekan xweza, hinekan portre, şer û nexşeyên razber xêz kirin. Berê min tenê xweza û portre xêz dikirin. Ev cara yekemîn e ku mijarên wiha xêz dikim.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.