Şehîdên YRK’ê li Sine hatin bibîranîn
Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 04:11
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, 3 gerîlayên YRK’ê ku li herêma Şaho şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê malbata şehîd Hêja Sine ve li mala bapîrê Hêja Sine hat birêvebirin û gelek dayikên aştiyê jî tevlî bûn. Li bajarê Serdeşt jî, dayikên aştiyê serdana malbata Şehîd Sîrwan Alanî kirin.
15’ê Hezîranê şehîd bûbûn
Sê Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ên bi navên Sîrwan Alanî, Şêrko Rojhilat û Hêja Sine ku di 15’ê Hezêrana 2021’an de li nêzî gundê Sûretû yê li herêma Şaho ji ber şerekî bi hêzên Îranê re şehîd bûbûn.
SINÊ