Şehîdên Silopiyayê hatin bibîranîn

Sêşem 20 Kanûn 2022 - 01:51

Dayê Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê mabû û mele Hesen Sanir ê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hatibû hiştin, hatin bibîranîn. 

Li navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê, ya sala 2015’an Taybet Înan lê hat şehîdkirin, şehîd Dayê Taybet Înan û Mele Hesen Sanir hatin bibîranîn. Di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de li Silopiyayê Dayê Taybet Înan şehîd bûbû û cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê mabû. Leşkerên dewleta Tirk nehiştin kes karibe rahêje cenaze. Şehîd yadê Taybet Înan li cihê lê hatibû şehîdkirin, bi girseyî hat bibîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bibîranînê bûn.

Xelkê qerenfîl danîn cihê ku Yadê Taybet lê hatiye qetilkirin. Xelk piştre çû mala Dayê Taybet. 

 

Berxwedana li dijî zilmê

Di bibîranînê de hevseroka HDP’ê ya Şirnexê, Sabuha Akdag axivî. Akdag got, ew ê vê zilma li ser cenazeyê Taybet Înan ji bîr nekin: “Beriya bi 7 salan dayika me Taybet li Sîlopiyayê bi hovitiyeke mezin hate qetilkirin. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em di şexsê Dayê Taybet de kesên ku di wê demê de hatine qetilkirin, bi bîr tînin. Em wê zilma ku li ser gelê Kurd hatiye kirin ji bîr nakin û heta dawiyê em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”

 

Em ê ji bîr nekin

Piştre kêça Taybet Înanê, Halîme Akin axivî. Wê jî got, “Ew ne dayika min tenê ye, dayika we hemûyan e. Ez spasdar im ku di her roja salvegera qetilkirina wê de hûn dayika me bi bîr tînin. Ew roj weke îro her tim li ber çavê me ye, em ê ji bîr nekin.”

Piştre xelk çû mala û şehîd Mele Hesen Sanir ê ku di deam berxwedana xwerêveberiyê de hatibû şehîdkirin û cenazeyê wî jî 13 rojan li malê hatibû hiştin. Li wir jî li ser navê xelkê, Dayika Aştiyê Emîne Ozek axivî û got, “Em vê zilmê şermezar dikin û em ji bîr nakin. Îro jî li her derê kuştin û komkujî çêdibin. Heta ku kujerên Dayika Taybet û mele Hesen diyar nebin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em naxwazin kuştin çêbe. Îro zarokên me tên kuştin, dayikên me dikin nezaretê. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin û vê qebûl nekin.” 

 

Zilm jî têkoşîna me jî didome

Di dawiyê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê, Abdullah Gungen bal bire ser kesayeta Mele Hesen û got, “Mele Hesen bi me re di nava xebatan de bû. Her tim di nava gelê xwe de bû. Mele Hesen meleyê serdemê bû. Em ê wan cangoriyan ji bîr nekin. Hişmendiya ku Dayê Taybet û Mele Hesen qetil kirin, hê didome. Lê li dijî vê, tekoşîna me jî didome.” 

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.