Dayika Kurdistanê ye

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:36

  • Taybet Înan 19´ê Kanûna 2015´an li ber çavê zarokên xwe hat qetilkirin û cenazeyê wê li erdê hat hiştin. Di bibîranîna doh a li cihê şehîdkirina wê de peyama, heta hesabpirsîna ji kujeran, têkoşîn wê dewam bike, hat dayîn.

Taybet Înan dayikek bû li pêş çavê zarokên xwe li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê jî 7 şev û 7 rojan li erdê hat hiştin. Taybet Înan li cihê ku lê hatibû qetilkirin, hat bibîranîn. Di bibîranînê de keça wê Halîme Înan got, dayika wê, dayika Kurdistanê hemûyî ye.

Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî xwerêveberiyê de sala 2015'an, di roja 5´an a êrişan yanî 19´ê Kanûnê de Taybet Înan a dayik û tiyê wê Yûsûf Înan hatibûn şehîdkirin. Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li kuçeyê hatibû hiştin. Di 6'emîn salvegera şehîdkirina wê de Rêxistina HDP'ê ya Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû şehîdkirin, bi bîr anî. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bibîranînê bûn. 

Bibîranînê bi rezgirtinê dest pê kir û destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyayê Asûman Kûlter got, heta ku faîl bên cezakirin, ew ê têbikoşin. 
 
Dijminên gelê Kurd in 

Piştre, parlementera HDP'ê ya Şirnexê, Nuran Îmîr axivî got, qetilkirina Dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi gelê Kurd re ye: "Dayika Taybet bû rûmeta gelê Kurd hemûyî. Yên ku dayika Taybet qetil kirin, dijminê gelê Kurd in. Ew kesên ku ev 6 sal in kujerên Dayika Taybet eşkere nekirine jî dijminên gelê Kurd in. Kesên ku li ser bedena Dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan dikin, ew in dijminên gelê Kurd. 7 roj û 7 şevan, bedena Dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê ve welat di tariyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew tarîtî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet lê hat qetilkirin, maye. Ew kesên ku ev hovitî kirin, niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Di cîhanê de mînaka vê tine ye. Qetlilkirina Dayika Taybet nîşan dide ku ji bo kuştina te hewce nake ku tu endamê partiyekê yan jî rêxistinêkê bî, tu Kurd bî bes e. Di ser qetilkirina dayika Taybet re 6 sal derbas bûn, lê belê me ji bîr nekir û em ê ji bir nekin."
 
Serhildêr bû  

Piştre li ser navê malbatê keça Taybet Înanê, Halîme Înan axivî. Halîme Înan got, ew ê wê rojê ti caran ji bîr neke: "Dayika min serhildêr bû. Dayika min ti caran ji bîra min naçe. Hebûna dayika min her tişt bû. Canê min û ruhê min bi diya min re bû. Xwedê destê heval û hogiran bigihîne hevdû.

Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Serê me tevan sax be."

Piştî axaftinan li ber wêneyê dayika Taybet qurnefîl hatin danîn. 
 
Çûn serdana malbata Sanir jî 

Piştre şandeya HDP'ê çû mala Mela Hesen Sanir. Mela Hesen Sanir di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî berxwedana xwerêveberiyê de li Silopiyayê li ser nimêjê hatibû şehîdkirin. Li vir jî li ser navê şandeyê parlamenter Îmîr got, heta kujerên wan bên ditin, ew ê têbikoşin.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.