Şehba çû hewarê

Sêşem 7 Sibat 2023 - 17:20

  • Meclîsa Şehba û Efrînê hembêza xwe li mexdûrên erhejê yên li deverên din ên Sûriyê vekir. Bi hezaran mexdûrên erdhejê yên ji Heleb û Efrînê li kamp û gundên Şehbayê hatin bicihkirin. 

Piştî ku Meclisa Kantona Efrînê û Şehbayê ragihand ku ew amade ne mexdûrên erdhejê bihewînin, nêzî hezar malbatên ji koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne û xelkê bajarê Helebê, gihîştin gund û kampên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê. Di heman demê de dewleta Tirk dagirker Şehba da ber bombeyan. QSD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî dan zanîn ku ew ji alîkairya mexdûrên erdhejê amade ne. 

Meclîsa Kantona Efrînê ûş Şehbayê, da zanîn ku ew amade ne mexdûrên erdhejê bihewînin, straê bidin wan û alîkariya wan bikin. Piştî vê, ji deverên erdhejê tesîr lê kirî, xelkê berê xwe da Şehba û Şêrawyê. Çûna mexdûrên erdhejê ber bi cihên navbirî ve didome, ji lew re dibe ku hejmara malbatan zêdetir bibe.

Rêveberiyên Meclisa Kantona Efrînê û ya Şehbayê ragihandin ku wek bîlançoyeke destpêkê, nêzî hezar malbat gihîştine gund û kampên li kantona Şehbayê û gundên Şêrawayê.

Li gorî meclisê, malbat li Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, gundê Aqîbê, gundê Ziyaretê, gundê Bênê, gundê Xirêbkê, Kiştear, Meyasê, Başemrê û Birc Qas hatine bicihkirin.

Dewleta Tirk jî mexdûran bombe dike

Li aliyê din nexşeya înteraktîf a şerê li Sûrî da zanîn ku dewleta Tirk û hêzên ser bi wê ve, ji pêr ve Şehbayê bombe dikin. Yanî Meclîsa Şehbayê mexdûran dihewîne, alîkariyê û starê ji wan re misoger dike. Dewleta Tirk a dagirker jî ji pêr ve, tevî leşker û çeteyên xwe Şehbayê bombe dike û tehlûkeyê ji bo mexdûran çêdike.  

QSD amade ye

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo mexdûrên erdheja ku li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê rû daye, peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniya QSD`ê de hat gotin; “Ji bo li paşhiştina bandorên erdhejê li tevahî herêmên Sûriyeyê, hêzên me ji bo alîkdarîdayîna lezgîn û şandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên zirar li wan bûye, amade ne.

Em sersaxiyê didin malbatên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê û di vê dema zehmet de piştevaniya xwe bi wan re nîşan didin.”

Divê Şam ambargoyê rake

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, rê li ber zirareke mezin a madî û canî gihand xelkê bakurê Sûriyeyê jî.
Hevseroka Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bi daxuyaniyekê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xêrê xwest.

Melek bang li mexdûrên erdhejê kir û got, "Em bang li xelkê xwe yên li Helebê û û tevahiya herêmên ku zirar li wan bûye dikin, werin Şehbayê."
Melek El Hisên bang li hikûmeta Şamê jî kir ku ambargoya li ser kantonê bi dawî bike. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û cihî kir ku alîkariyên mirovî pêşkêşî qurbaniyên erdhejê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.