Sê keçên Aşîl ên Îrlandî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Adar 2023 - 03:25

Sê keçên Aşîl*, berhemeke wênesaza Îrlandî Hilda Roberts e. Wê ev berhema hanê sala 1929´an gava 28 salî bû çêkiriye. Gava ew sala 1982´yan wefat dike, yek ji navdartirîn wênesazên portreyan ên Îrlandî bû. 

Hilda Robertsê li Dibistana Huner a Metropolê ya Dublînê xwendiye û sala 1924´an derçûye. Piştre ji bo perwerdeyê çûye London (1925) û Parîsê (1926) jî. Karê wê yê pêşî yê profesyonel, xêzkirina resmên ji bo çîrokên Îranê bû. Sala 1918´an ew hîna 17 salî bû, wê ev kar bire serî. 

 

* Aşîl (yan jî Axîleûs) fîgurê mîtolojiya Yewnan ê hema hema ne mumkin e bê şikandin. Ew kurê Paleus û xwedawenda avê Thetîsê ye.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.