Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (37)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 11 Tîrmeh 2020 - 14:16

Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Bo beyanî ew roje hêriş bo ser dêyekanî dîke destî pê kird. Celal Talebanî be layekda û Qadir Kokoyî û Kak ‘Ebas û min be layekî dîke da royiştîn. Le nîwey rêgaye xeberçîyekanî lay ême guzariştyan da ke jimareyekî zor şervanî taze hêndirawin bo şwênî cêy mebestî ême û barudox lew cebheye da qeyranî ye. Qadir Kokoyî geranewey be meslehet nedezanî û bawerî wa bû ke ew meseleye taktîkî dujimine û debê dirêje bidrê be rêga. Duway se’atêk geyiştîne ew tepolkeyey ke deyruwanîye ser dêy cêy mebest. Grûpêkî serekî legel Qadir Kokoyî destyan kird be serkewtin le tepolkî lêrewarî rûberû ta ewey ke dêyekeyan gemaro da. ‘Ebas û grûpekeşî le layekî dîkewe pelamarî dêyekeyan da. Şardarî Helebce û min legel çend nefer pêşmerge le ser tepolkêk rawestabûyn û temaşay şanoy neberdman dekird. Lepir kewtîne ber rêjney gule. Ew car be pêçewaney ew rojey ke kewtibûne dawî dujmin û gulekan dengî terzeyan hebû, tîrekanî hewayan dedrî û fîşqeyan dekird, ême hemûman xêra xoman be ser zewî dada. Guleyek le tenîşt min erzî qelişit û ewe deyselmand ke gulehawîştineke le nizîkewe û be nîşane girtin dekrê. Ême le dundî tepolkekewe xoman xilor kirdewe bo şwênêkî parêzraw û le metirsî rizgarîman bû. Le zemanêkî kurt da teqe tewaw bû û nîşanî deda ke teqekeranî dujmin legel hêzî ême têk helçûn. Ewî rojê ta êwarê şer dirêjey kêşa û jimareyekî zor le her dû la lewane biray Qadir Kokoyî ke bo helgirtnî amrazî pizişkî yarmetî minî dekird kûjran. Bo êwarê dêyeke dagîr kira û nizîkey penca kesyan be yexsîr girtbû. Ew kesane hemûyan Êranî bûn û le layen erteşî Êran û be pêy dawixwazî Barzanî her heman roj bo yarmetî nardirabûn û leber ewey şwênekeyan nedenasî her le heman dest pêkirdnî şer da zorbeyan lenawçûn û ewey mabûnewe yexsîr kira bûn. Duwaye bo minyan gêrawe ke Nadir Namdar bo toley xwênî birakey museleselî le yexsîrekan helkêşabû û ziyatir le sî û pênc kesî lê kuştibûn. Yekêk le berpirse hîzbîye gelhokanî ser beballî mektebî siyasî le Helebce yek le yexsîrekan ke çekî pê nabê û nîşanî şêruxurşîdî pêwe buwe û agadarî le birîndaran kirduwe be demançe kuştibû.
Wek hemîşe duway tewawbûnî şer, karî min destî pêkird û birîndarekanyan rîz kird. Li le pêşda pêşmergeyekyan hêna ke demuçawyan be qondaxî tifeng kuta bû û her nebê demûçawî le bîst cêwe heldirabû û kepoy şika bû. Be hewsele cê pisawekanim durûyewe û pêşî dirêjey xwênrêjî û be îhtîmal mergîm girt. Belam le duway çend hewtû ke cewaneke bo sipas kirdin hatbuwe lam bo ewey le mirdin necatim dawe, le ruxsarêkî dizêwî ke lêy sazbibû lerzim wegyanî kewt. Her çonêk bê le ser tepolk û meydanî şer û be amrazî seretayî nedekra ’emelî pilastîkî cuwankarî bikrê.
Şewê ke geraynewe Helebce birîndarêkyan hênaye lam ke le yexsîrîye hawnîştimanîyekan bû. Ki kesêk bû le temenî nizîk çil salan xelkî Luristan. Pêy le dû şwên da şka bû, gunêkî gule bird bûy. Dû birînî berêje banekî le ser zigî bû û baskêkî be gule kun bibû û êskekey şika bû. Ew kese le ber tundî azar û êşî teqrîben bêhoş bû. Lew deme da emin ne dermanî bê hîsîm hebû ne dijî hew kirdin û antîbyotîk, be lêdanî derzîyekî dijî derd û êş ew kesem neştergerî kird û birînekanîm pêçawe. Eger ew karem nekirdiba, ew kese her ew şewe demird.


Boxom heta bilêy narehet bûm. Boçî debê zincîreyek Êranî hawnîştimanî min tûşî ew çarenûse weyşûmeye bên? Ewey kirdim meger bitwanim yarmetî ew duwazde kese bidem ke mabûnewe, belam ewe meyser nebû û pêyan gutim ke dewletî ‘Êraq le bûnî serbazanî Êranî lêre agadar buwe û fermanî dawe hemûyan binêrdirên bo Bexda û hêçyan pê nakrê. Le heman katda têyangeyandim ke eger ew jimareye hêşta zîndûn le ber eweye dena teklîfî ewaneş roşin bû, helbet çarenûsî ewan le Bexdaş roşin bû. Aşkira bû ke le Êran hîçkeş bew core rûdawaney nedezanî. Aya xêzanekanî ew hemû cewane Êranîye ke lew roje da kûjran, qet le çarenûsî cewanekanyan agadar kiran?
Gişt ew dagîrkirdnane negeyişte frewan bûnewey nawçekanî jêr desellatî tallebanîyekan. Çi çunke lew dêyaney dagîr dekran le lay ewanewe kes nedemawe û dway gerranewey ewan, barzanîyekan dîsan dehatnewe û da demezranewe. Lêre da bê kelkî ew lêde û bxo û têkhellçûnane dyarîy deda, kesanêkî ke lew wez’e xoşhall bûn û kelkyan lê werdegrit dewlletekanî Êran û ‘Êrraq bûn û dewrî “dzî sêyem” yan degêrra û dena ew neberd û brakujîyane hîç faydeyekî bo kurdekan nebû û roj be roj lawaztirî dekirdin.
Dirêjey heye…

Wêne: Ew desnêje Êranyaney lew şerane da yexsîr kiran

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.