Dengi Şoreş ”Çuwarçira"

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 19 Nîsan 2024 - 18:25

  • Hem Mam Celal û hem kak Newşîrwan û hem Mulazim 'Umer û ême têkoşerêkî Iranîşamin legel bû Hesenî Masalî ke ser be Cebehey Mîlî bû, her çonêk bê lewê basî ewe kira ba biçîn serêkî Sazmanî Înqîlabîş bideyn, bibûre ew demî Sazmanî Inqîlabî nema bû û be nêwî Hîzbî Rencberan çalakîyan dekrid. Û Hîzbî Rencberan le dêyek be nawî Çoxmax ke le jêr Kontirolî Yekêtî Nîştimanî Kurdistan da bû lewê meqeryan hebû îdî çûyn lewê serî ewanîşman da. 

Lewê kak Muhsînî Rîzwanî, ke le kurdistan be kak 'Elî meşhûre, kak Ibrahîm ke 'Elîy Sadiqî ye û her weha rehmetî Irecî Keşkolî ke le mangî Mey salî 2020 wefatî kird le Parîs ewîş le Kurdistan nawî kak Isam'îl bû, çawman bewan kewit.
 Emin ew tesewirem her hebû le kak Muhsînî Rîzwanî û paşan le Facebook da tûşî yek hatîn û pêwendîm legel kird û le salî 2013 we zor şitî wa hebû, le kitêbekeş da hatûwe bîr û raman alugor  dekrid.nBo wêne katêk ke Rehmetî Newşîrwan Mistefa wefatî kird, peyamî nard, katêk ke Mam Celal wefatî kird peyamî nard wirde wirde bew rêgaye da tuwanîm hêndêk şit dest bixem. Le layekî dîke şewe emin hewlim da ke nûsînekanî têkoşeran û xebatkaranî siyasî le Başûrî Kurdistanîş temaşa bikem û le kitêbî bîrewerî zor lew têkoşerane da hîndêk amajem dîtewe lemer Sazmanî Inqîlabî, be taybetî qisey xudî Mam Celal û şitêkî zor taybetî lemer ew kitêbe debê bas bikrê ke tenya resim û nûsînî jinêkî têdaye û ki ewîş eweye kelkim wergirtûwe le bîrewerîyekanî ewîş berêz Nermîn 'Usmane ke yekêk le kadre seretayiyekanî Komeley Rencderan bûwe le Başûr û paşan wezîr bû le hukûmetî nawendî Iraq da. Legel ewîş pêwendîm saz kird û ewcareke legel hawserî nemir Kurişî Laşayî ke xanimêke xelkî Kirmaşan e, Kurd e û le Emrîka dejî û le rêgay wîşewe hêndêk wênem peyda kird û duwatrîş legel yekêk le kadrekanî ew demî Sazmanî Inqîlabî Ke ewîş karî zor gewrey kirdûwe bew manayey ke le çuwarçêwey Konfêdrasyonî Cîhanî Qutabiyan û Xwêndkaranî Iranî da yekem car destî kird bewey ke bilawkiraweyek hem be Turkî Azerbaycanî û hem be Kurdî Soranî hebê. Leber ewe maweyekî zor ew konfêdrasyone ke balêk bû le konfêdrasyon be naw îCIS rojnameyekyan der dekrid be nawî "Çuwarçira" be zimanî Kurdî Soranî, ewe zor çawrakêş bû bo ew serdemî. Ew biradere nêwî kak Baqirî Murtezewî Xursewşahî ye ke le buwarî çapemenî da kar deka û ewîş hêndêk le sened û belge konekanî xoyanî bo nardim bo numûne ew namaney ke Mam Celal nûsîwyetî bo rêberanî Sazmanî Inqîlabî û hêndêk wêneş û pê nasandinî çapxane bo çapî kitêbeke.
Xakî:Kak Hesen Sazmanî Inqîlabî duwatir xoştan fermûtan duçarî qeyran û buhranêkîş bû, Tûfanî lê ciya bûwewe duwayî bûwe Hîzbî Rencberan û axir û akamekeşî baş nebû, êste basî ême nîye belam min pirsyarêk dête pêşim ême eger temaşay mêjûy ew hefta sale bikeyn, hefta salî rabirdû dewrêk çep Hîzbî Tûde hat bo Kurdistan, dewrêkî tir em Sazmanî Inqîlabîye hat û le qiyamîşa beşêkî çep u xetî sê ewane. Pêt waye emane fermûtan îsar deken û tapî camî'eke bûn û hatin karyan kirde çi le Kurdistan, çi dilsozîyek kirdûyane çûn bo Xelîc û ewane. Emane taybetîtir bûn le nezer cenabtewe?
Qazî: Ewane belê, emin egerçî le barî îdêolojîkewe legelyan nebûm, êsta bo tebas dekem, le çuwarçêwey Konfêdrasyonî Xwêndkaranî Iranî le derewey wilat da û le çuwarçêwey ew girêdanî îdêolojîkî ke ewan heyan bû dezanîn ke duway seretay salanî 1970’an yekem car bû ke pêwendî dîplomatîk le nêwan Iran û Çîn saz bû û piştîwanî ewan le Çîn ta ew radeye bû ke zor car le çuwarçêwey Konfêdrasyon da qise hebû le ser babete îdêolojîkekeyan çunkû zor car legel ewe degunca ke le Iran da îsalhat kirawe, rêformî erzî kirawe. Bo numûne le salî 1972 ke Kurişî Laşayî le Taran gîra û îdî bawerî bew şêweye le xebat nema bû wate ramanî Maotsê Tung û gemaro danî şarekan le ladêkanewe hate ser têlêvîzon û îslahatî erzî şay teyid kird. Emin zor çakim le bîre kongreyekî Konfêdrasyon hebû le Firankfort, le kongireke xeberî çûne têlêvîzyonî Laşayî bilaw bûwewe zor le kadrekan, endamekan û sempatekanî Sazmanî Inqîlalbî zorr zorr degiryan çunkû baweryan zor pêy bû pêyan wanebû bête ser têlêvîzyon û le bîruray xoy paşgez bê. Diyar e le kitêbeke da basî girêdanî îdêolojîkî ew sazmanem nekirdûwe çunkû ew girêdanem nebûwe bo xom belam mebestim îsarekeyan bû. Raste le rabridûda, le bizûtnewey sertaserîda hem Hîzbî Tûde û ta radeyekîş le Ceryanî xebatî werzêranî Kurdistan le zemanî Musedîq wate bizûtnewey Hacî Qasmî Kerîmî û 'Ebdula Iranî le Bokan û xoragirî werzêranî Şamat û Feyizulabegî le ast axawet Cebhey Mîlî û Hîzbî Iran û ewaneş beşdar bûn yan Hîzbî Tûde her le duway rûxanî Komarî Kurdistan zor yarmetî kird be sax kirdnewe û dûbare zîndû kirdnewe û bûjandnewey çalakî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan. 
Ewane hemûy raste bûwe belam lemer Sazmanî Inqîlalbî şiteke pêçewane bûwe yanî Sazmanî Inqîlabî hemû şitêkî xoy bextî Kurdistan kirdûwe. Û eweş çawrakêşe ew kate le Bekreco bûn eslen bernamey eweyan nebûwe tenanet pêşmergeyekî Kurdîş bikene endamî xoyan. Bo wêne Mueyîd zade le nûsînekey da bas deka çend kes lew pêşmerganey ke paşmawey hereketî Suleyamin Mu'înî, Şerîfzade û mela Aware bûn dawayan kirdûwe peyrew û esasnamey Sazmanî Inqîlabiyan bo bixwêndirêtewe beşkû bibne endam, ew gutûyetî na ême ewe nakeyn êsta mebestmane hawkarî êwe bikeyn le qonaxêkî dîke da eger çûynewe Iran dekrê ewe bikeyn ke diyare duwatir ke Sazmanî Inqplabî le îtiylaf legel 5 rêkxirawî dîke da Hîzbî Rencberan pêk dênê le cunûbî Kurdistan hêndêk endam werdegrê. Dirêjey heye...
* Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî û Kurdistan. Wituwêj legel kak Mihemed Xakî le Radyo Diyalog sebaret be kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan" 1--î Marsî 2021

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.