Şanoya "Gurz" ji derhêneriya Meysa Kerho û Necah Îbrahîm e, ew li ser sehneya navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê û bi beşdariya kesayetên siyasî û rêveberî yên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firarê, hat nîşandan. Şanoya "Gurz" wê 3 rojan li ser dikê be.
Hevserokê navenda Çand û Huner a Baqî Xido, Osman Elî got, "Em hewl didin ku bi her rêbazê, behreyên ciwanên herêmê bi pêş bixin. Ev ciwan hez dikin ji lîstikvaniyê. Ji bo wê, beriya zêdetirî mehekê, me atolyeyeke perwerdeyê çêkir da ku ciwan xewn û xeyalên xwe di şanogeriyê de pêk bînin.”
Her wiha, rêveberê atolyeya perwerdeyê ya şanogeriyê, Simko Cûdî jî got, "Êdî dem hatiye ku yên westiyane xewnên xwe pêk bînin.”
Derbarê şanoyê û armancên wê de derhênera wê Meysa Kerho got, “Em bi rêya şanoyê dixwazin peyamekê bigihînin civakê û cîhanê bêyî ku cudahiyê bixin nav zayend û neteweyan li dadmendiyê digerin, her wiha derfet û karîgeriyên xwe yên di qada şanoyê de nexasim piştî mehekê ji perwerdeyê nas bikin.”
Tê payîn ku rojên pêş şanoyên bi navê "Koçberiya Qaqîlbazên Kovî" û "Wê Rojê" jî li Kobanê derkevin ser dikê.
ANHA/QAMIŞLO