Şaneşîn bi ‘Penceşêr’ê vegeriya

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Adar 2023 - 02:23

Şaneşîn Performans ku cara ewilî bi lîstika “Bêcir” derketibû pêşberî şanohezan, vê carê bi lîstika “Penceşêr”ê ango lîstika xwe ya nû li ser dikê ye. Şaneşîn Performans ji hêla çend şangoran ve li Mêrdînê hatibû damezirandin û niha jî xebatên xwe li Mêrdînê didomîne.

Roland Topor lîstika şanoyê ya “Penceşêr” nivîsandiye. Şaneşîn Performanceyê bi derhêneriya Recep Îçen ew bi Kurdî hazir kiriye. Lîstik cara ewilî li Mêrdînê derket ser dikê û wê li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî derkeve ser dikê.

Şaneşîn Performansê lîstika xwe ya nû bi vî awayî dide nasîn; “Rojekê ji rojan, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Hebû tinebû… Li demeke nedîyar, bajarekî winda hebû. Hinek mirov bi vî bajarî hesiyan. Hatin nanê wan xwarin, ava wan vexwarin… Piştî wê rojê, xweşî li wan bû reşî. Ka kerem bikin em vê çîrokê li Şaneşînan temaşe bikin. Her kes vexwendîyê vê çîrokê ye. Rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran…”

MÊRDÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.