Şandeyek wê biçe Tirkiyê
În 1 Kanûn 2023 - 00:15
- Hatîp Dîcle diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” de wê şandeyekê bişînin Tirkiyeyê û got: Armanc rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan e.
ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayeke navneteweyî hate destpêkirin. Bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê Mijdarê de tevlî kampanyayê bûn. Berdevkê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî, siyasetvan Hatîp Dîcle got, kampanya destpêkek e, îşaret bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha peyivî:“Kampanya bi awayekî hevdem li 74 navendan li hin deverên cîhanê li 5 parzemînan dest pê kir. Wateya sembolîk a bûyîna li 74 welatan ew e ku temsîla temenê Rêber Abdullah Ocalan dike. Dostên gelê kurd, siyasetvan, hiqûqnas, rewşenbîr û sendîkavanan di heman demê de kampanya azadiyê dan destpêkirin. Li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Ev kampanyayeke demdirêj e. Hedef û armanc rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye.”
Hatêp Dîcle da zanîn ku xebatên têkildarî kampanyayê bênavber didomin û anî ziman ku di vê çarçoveyê de meş, mitîng, ciwan û konferansên jinan têne kirin. Ew ê bi xebatên dîplomatîk û siyasî pêngav were berfirehkirin û da zanîn ku di demekî nêzîk de şandeyeke ji parlamenter, hiqûqnas û zanyaran wê serdana Tirkiyeyê bikin û bikevin nav hewldanan.
Welatên rojavayî hevkarên sûc in
Hatîp Dîcle, tecrîd weke sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir û got,“Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, ti agahiya me nîne. Derbarê jiyan û ewlehiya wî de ti agahî nayên dayîn. Parêzer zextê li CPT’yê bikin jî ti encamê nagirin. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê yê mezin e.”
Hatîp Dîcle, bal bire ser rola welatên rojavayê cîhanê ya di kûrkirina polîtîkayên tecrîdê de û got, “Welatên rojavayê cîhanê li dijî komploya navneteweyî bêdeng man û heta di nava wê de cih girtin. Îro jî li dijî polîtîkayên tecrîdê nakevin dewrê û dibin hevkarên sûc. Mînak, Ingilistan di komployê de bi roleke gelekî girîng rabû, lê niha rewşenbîr û sendîkavanên Brîtanyayê di pozîsyona meşandina kampanyaya azadiyê de ne. Civaka Ewrûpayê, vê komployê ji bo xwe weke cihê xemgînî û şermeke mezin dibîne.”
Dîcle, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan di zik hev de ne û got, “Bêyî Ocalan, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.” Dîcle bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ne tenê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de li ser çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî xwedî têzên xurt e û wiha li gotinên zêde kir: “Mifteya aştiyê ya li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan di zik hev de ne.”
Ji bo azadiyê rabin ser piyan
Siyasetvan Hatîp Dîcle, da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de ji aliyê bi hezaran girtiyan ve hate destpêkirin, parçeyek ji “Pêngava Azadiyê ye” û got, “Divê her beş ji bo azadiya Ocalan rabe ser piyan. Ez bawer dikim ku gelê me wê heta dawiyê piştgiriyê bide vê kampanyayê. Em dikarin Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin. Ez jidil bawer dikim ku ev yek wê piştgiriyeke mezin li çareseriya pirsgirêka Kurd û têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bike.”