Rûyê ferman û berxwedanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tebax 2024 - 00:17

  • Mamoste û şêwekar Elî Bîlen; “Min rûyê dayikekê ji bo vê tabloyê guncaw dît. Di her xetek yê rûyê vê dayikê de min bûyerek bi êş yê pêvajoya fermana 2014’an çêbûyî xêz kiriye. Her wiha min xwest di çavên dayikê de berxwedana gelê Kurd ya li hemberî dagirkeran jî nîşan bidim.”

WEYSÎ TALLÎ-JIYAN PÎRAN

3’yê Tebaxê salvegera Fermana 2014’an a Şengalê ye. Tevî ku 10 sal bi ser fermanê re derbas bûn jî hê jî êş û janên vê fermanê zindî ne û bi dehan gorên komî nehatine vekirin. Ji bo ev ferman û hevkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re neyê jibîrkirin bi reng û rêbazên cuda tê vegotin. Yek ji van kesên ku nexwestiye ferman were jibîrkirin jî mamoste Elî Bîlen e. Mamoste demek dirêj bi xebatek hestiyar û bi êş ve mijûl bû û dawiyê berhemek ku rûyê dayikek Şengalî ku hemû êş û trajediyên fermanê li xwe digre xêz kir. Di salvegera fermanê de me xwe gihand Elî Bîlen û em li ser berhema wî axivîn. 

Mamosta Elî Bîlen ê yek ji xwendevanên destpêkê yên Atolyeya Şehîd Delîla ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi zorî, zehmetî û bê derfetiyên mezin karî vê atolyeyê ava bikin, heta roja me ya îro şêwekarên êş, şan û kêfxweşî û lehengên şoreşger bi tabloyan nemir dikin. Niha jî di bin sîwana vê atolyeyê de bi dehan ciwanên wargehê perwerdeya wênesaziyê dibinin.

Mamosta Elî sala 2004’an gava ber bi xebatên wêne xêzkirinê ve diçe û wiha behsa wan rojên xwe yên perwerdê dike: “Dema min dibistana navîn dixwend min dest bi perwerda wêne xêzkirinê kir û 4 salan min weke xwendevanekî perwerde dît.” Mamosta Bîlen piştî diçe zanîngehê dibîne karê hunerê ku pê mezin bûyî û xwendina wî ji hev pir cihê ne, lê ve nebû sedemek ku ew ji karê hunerê dûr bimîne û vê dibêje: “Dema sala 2016’an min zanîngeh qedand, ez wek mamosta derbasî xebatên Atoleya Şehîd Delîla ya wêne xêz kirinê bûm. Me gelek xwendevan di atoleyên de perwerde kirin û gelek wênesaz li vir çêbûn.”

Her kadrajak serpêhatiyeke bi jan e

Bîlen bal dikişîne ser tabloya ku hemû êş û janên civaka Êzidî ku 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li wan hate kirin û wiha pêde çû: “Min gelek zehmetî û westan bi çêkirina vê tabloyê ve dît. Ji ber ku her kadrajek yê vî wêneyî serpêhatiyek bi êş ya civaka Êzidiyan nîşan dide. Civaka Êzîdî ne tenê îro, ne di demê DAIŞ’ê de ev bi salane tên qirkirinê. Tişta ku DAIŞ’ê bi ser gelê me yê Êzîdî anîn ji derveyî pîvanên mirovahiyê bûn. Min hewlda bûyer û serpêhatiyên di demê DAIŞ’ê de li ser gelê me yê Êzîdî hatî pêkanîn bînim ser ziman.”

Porên keçên ciwan ên li ser keviran

Çêkirina taloyek wê ne pir hesan be, mamosta Bîlen jî her trajediya li civakê bi hestek bê pênase xêz dike û zindî dike û li ser vê jî vê nirxandinê dike: “Bûyerên di vê fermanê de ku herî zêde tesîr li min kirin porên keçên ciwan ên li ser keviran, bi komî kuştina mirovan, zîndî bin ax kirina mirovan û bi taybetî jî hiştina zarokan ya li ber keviran, ez gelek û gelek êşandim û me di xêzkirina wê de gelek zorî kişand.”

Her xetek bûyerek bi êş vedibêje

Bîlen tîne ziman ku her hunermendek bi şêweyekê hunerê hestê xwe rave dike û bi berhemê çêdike hest û êşên xwe yên nekarî bîne ser ziman xêz dike û wiha pêde diçe: “Min jî hestê xwe bi vê tabloyê anî ser ziman. Gelek kes vê pirsê dikin. Çima te li ser rûyê dayikê ev wêne xêz kiriye? Ji ber ku di civaka me de kesên herî zêde êş dikşînin û berdêlan didin dayik in. Min rûyê dayikekê ji bo vê tabloyê guncaw dît. Di her xetek yê rûyê vê dayikê de min bûyerek bi êş yê pêvajoya fermana 2014’an çêbûyî xêz kiriye. Ne tenê ev bûyer, 74 ferman bi serê gelê me yê Êzîdî hatine. Ji ber wê jî min rûyê dayikê pîr nîşan daye û di her xetek yê rûyê wê de bûyerek aniye ser ziman.”

Hêza jina Kurd û îxanet

Mamoste Bîlen hevkarî û xiyaneta li civaka Êzidî û berxwedana gerîla jî ji bîr nekiriye û wiha got: “Min xwest di vê tabloyê de xiyaneta kesên ku gelê Êzîdî rû bi rûyî vê êrişê hêlayî û parastina gelê Êzîdî ya ji aliyê bazên azadiyê ve vebêjim. Li gorî dîtina min bûyera ji hemû yan bi êştir, êrişên hêzên pêşmerge ya li ser bazên azadiyên bû. Her wiha min xwest di çavên dayikê de berxwedana gelê Kurd ya li hemberî dagirkeran, vîna gelê Kurd ya serî ji dagirkeran re natewîne û gotina heta em azadiya xwe bi destnexin em ê têkoşîn bikin rave bikim. Tu jinên cîhanê nekarin mîna dayikên me yê Êzîdî xwe li hemberî van êşên mezin li ser lingan bigirin. Dema em temaşe dikin dayikên me yên Êzîdî li hemberî hemû êş û zoriyan xwe li ser lingên xwe digirin û têdikoşin. Ev jî hêza jina Kurd e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.