Rûs û Şam dijî êrîşan bêdeng in

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:18

DERYA EFRÎN / ANF / TIL RIFET

Şêniyên herêma Şehba û Efrîn bal birin ser êrîşên dagirker ên Tirk ên ser warê wan, diyar kirin ji 2018’an û wir ve êrîşên komkuj zêdetir bûne û gotin, li gel ku hêzên Rûs û Şamê li cihê ku dibe hedefa êrîşan hene jî, dijî êrîşên Tirk denge xwe dernaxin.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser Şehba, navçeyên Şêrawa û Şera, Til Rifet û gundê Şêx Îsayê didomîne. Welatiyên ji gundê Şêx Îsayê Elî Hemado û welatiya ji navçeya Til Rifetê Fatima Cafer têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivîn.

Ji 2018’an ve êrîş tînin

Elî Hemado diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê dibin ser qadên sivîl  wiha got: “Ji destpêka krîzê ve gelek caran şer li gundê me çêbû û komkujî hatin kirin. Ji destpêka sala 2018’an heta niha koçberkirina gelê me ji bajarê Efrînê û bombebarana hovane ya li ser gund zêde bûne.”

Karkeran jî bombe dikin

Elî Hemado destnîşan kir tim gundê wan dibe hedefa êrîşên dagirker û domand: “Artêşa Tirk a dagirker karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin jî bombebaran dike. Ji ber êrîşan kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk debara jiyana welatiyan jî hedef digire.”

Em nahêlin xaka me dagir bikin

Elî Hemado bi domdarî diyar kir ew ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û got, “Em xelkê gundê Şêx Îsa tevî hemû zehmetiyan, bombebarana rojane ku bandorê li zarokên me dike û dibe sedema tirsê, bi israr li pey doza xwe ne. Em bi biryar in ku berxwedanê bidomînin û nehêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê axa me dagir bikin.”

Bombebaran domdar in

Fatima Cafer a ji navçeya Til Rifetê jî wiha got, “Ji dema koçberbûna me ji bajarê Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve, em ji bombebarana artêşa Tirk a dagirker ku bi dehan komkujî pêk anîn, rizgar nebûn e.”

Rûs û Şam hevkarê komkujiyan in

Fatima Cafer diyar kir ku li navçeya Til Rifetê tenê xelkê Efrînê û xelkên resen ên Til Rifetê lê dijîn û tu hêzeke leşkerî nîne ku bibe armanc û wiha pêde çû: “Tevî ku hêzên Rûs û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên Şehbayê hene jî, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bêdeng in û bi vî rengî dibin hevkarê komkujiyên li ser gelê Kurd tên kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.