RSF çima hevalbendê sansurkeran e

Nûçeyên Forum

Şemî 25 Sibat 2023 - 01:33

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

 

RSF, rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, doh li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal, qaşo li dijî sansûra li dijî hesabên Kurdan û xasma jî rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Kurdan daxuyaniyek da. Eybî tê de nîne, wele min xwe da ber barê wergerandina wê rêza wê, wê wiha got: "RSF bang dike da ku sansura kêfî bê rakirina a bi îdîaya “propagandaya PKK´ê” ya li dijî malpera weşana Kurdî ya Rudaw TV'yê û tweeteke Botan Timesê ya ku pê meqaleyeke France24'ê ya bi navê 'Kurd kî ne?' terîf dikir."

Gava mirov serê pêşî lê dinihêre, belkî ti pirsgirêk tê de xuya nekin. Lê ji bo rêxistineke ji bo azadiya çapemeniyê û mafên nûçegihanan qaşo têdikoşe û qaşo ne ser bi hikûmetan e, ev diviyabû skandalek bûya. Lewma bi heman biryara behsa wê tê kirin, bi dehan hesabên rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Kurdan hatin astengkirin yan jî asêkirin. Di nava wan de hesabên Stêrk TV û yên rojnameya me PolîtîkAzadê jî hebûn. 

Çima rêxistineke azadiya çapemeniyê, dikare bifikire ku dewleta Tirk bi dadgeriya xwe neheqî li du hesaban kiriye û heman dadgerî wê neheqiyê li bi sedan hesabên din neke? Çima rêxistina Nûçegihanên Sînornenas sansura neqandî yanî selektîf diparêze?

Heta îro gelek caran îsbat bûye ku sansura selektîf di warê tewazûna agahiyan de bi roleke pirr xirab radibe. Gelo haya RSF´ê ji vê nîne, yan ew bi qesd û bi zanîn alî digire? Aliyê digire li vir bi îsbat û bê şik ne aliyê Rûdaw TV ne jî aliyê Botan Timesê ye. Aliyê digire, zêhniyeta sansurker a dewleta Tirk û dadgeriya wê ye. Bila ev jî eyba wê be.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.