Romaneke grafîk ji bo girtiyên azadiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2020 - 17:17

  • Di Bienealiya Hunerê Hevçax a Berlînê ya 11´an de di beşa dawî ya festîvalê de "Xêzên Dizî" yên Zehra Dogan jî tên pêşandan.

Di Bienealiya Hunerê Hevçax a Berlînê ya 11´an de di beşa dawî ya festîvalê de "Xêzên Dizî" yên Zehra Dogan jî tên pêşandan.
Şemiya bihurî Bienaliya Hunerê Hevçax a Berlînê ya 11´an dest pê kir. Sernavê festîvala îsal "Şikestin ji hundir dest pê dike". Heta 1´ê Cotmehê hunerê femînîst û siyasî ji seranserê dinyayê wê li galeriyên pêşangehan bên nîşandan. Pêşangeha Zehra Dogan a ku niha Londonê dimîne, romaneke grafîk e li ser êşkence û piştgiriya jinan di zindanên Tirkan de.

Romanek li ser 103 rûpelan

Xêzên Dizî bi qelema reş a komirî li ser 103 rûpelan hatiye xêzkirin. Ev rûpelên hanê, hevaleke wê gava ku di hepsê de bû jê re şandibûn. Rojnamevana ji damezrênerên JINHA´yê ji ber resmên wê yên li ser êrişên qirker ên li dijî berxwedana xwerêveberiyê û nûçegihaniya xwe hatibû cezakirin. Tevî ku îdîaya endametiya rêxistinê neçû serî û piştî 6 mehan ji hepsê hatibû berdan, sala 2017´an dadgeheke din bi îdîaya proppagandaya rêxistina terorîst, 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê hepsê li Zehrayê birrîbû. Ew 24´ê Sibata 2019´an ji hepsê hat berdan. Di hepsê de wê bi her tişta dîtî resm çêkirin. Ji ber ku li hepsê boyax lê qedexe kiribûn, wê bi bermahiyên xwarinê, zebzeyên bi dest diketin, rojname, pakêtên şîr û heta xwîn jî bi kar anî.
Di hepsê de jî wê hem hunerê xwe dewam kir û hem jî pîşeyê xwe yê rojnamevaniyê.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.