Rojînê întîxar nekir

Şemî 8 Adar 2025 - 03:05

Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş hîna nehatiye ronîkirin. Malbata Rojîn Kabaîş da zanîn ku keça wan întîxar nekiriye hatiye qetilkirin. 

Bi rojane amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên kirin. Her sazî wê li gelek bajar, tax û gundan bernameyan pêk bîne. Berbi 8’ê Adarê JINNEWS çû malbata xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a winda û û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Mirina Rojîn Kabaîş wek a Narîn Guran hat rojevê lê mixabin hîna mirina wê ya bi guman nehatiye ronîkirin.

Malbata Rojîn Kabaîş bi hefteyan e di lêgerîna edaletê de ne. Malbat diyar dike ku keça wan întîxar nekiriye û hatiye qetilkirin. Ji bo rastiyê fêr bibin jî têkoşîna xwe didomînin.

Em bi avê xapandin

Dayik Aygul Kabaîş da zanîn ku keça wê nû zanîngeh qezenc kiribû û pir kêfxweş bûye, ji bo biçe amadekariyên xwe kiriye. Aygul Kabaîş wiha vegot: “Ji bo zanîngehê çû Wanê. Sê roj şûnde ez lê geriyam. Ji min re wêneyê xwarinê şand û piştre bi dîmen geriya. Em axivîn. Got ev der pir zor e lê wê di nava demê de hîn bibin. Piştre min got diçû ku got ez diçim marketên neskafeyê digirim. Got ez vegerim ez ê li te bigirim. Piştre negeriya. Min jî got hevalên wê di odeyê de hene ez wan rehet bihêlim. Piştre min peyamek bi deng şand. Peyama min nedît. Min mereq kir. Nîv saet şûnde ez geriyam. Dîsa venekir. Min got razaye. Roja din sibehê ez saet di 10’an de çûm marketê. Ez vegeriyam polîs geriyan. Gotin Rojînê nehatiye wargehê. Min got we çima bi şev agahî neda. Hevjînê min li Êlihê bû. Zarokên min jî li Yalovayê dixebitin. Çawa bihîstin çûn Wanê. Ez jî ji vir çûm. 18 rojan em li dora wê avê bûn. Em bi avê xapandin. Gotin di avê de fetisiye. 13 rojan li wir mam û piştre vegeriyam. Min xwest tenê bimînim. 18 roj şûnde agahiya wê hat. Rojînê întîxar nekir. Ew avêtin avê.”

Cînayet li holê ye

Meta Rojîn Kabaîş, Ozlem Kaganarslan wiha dawî lê anî: “ Em ê heta dawî şopdarê dozê bin. Em kêfxweş naçin 8’ê Adarê. Ez 8’ê Adarê pîroz nakim. Ne Rojîn, ne Narîn û ne jî Sila bebek di vê 8’ê Adarê de tune ne. Bila tu kes li qadan bi coş û pîrozkirinê xwe nexapîne. Evqas jin tên qetilkirin û ez fêm nakim çima ev 5 meh in doza Rojînê bi encam nabe. Gelek tişt li holê ne. Cînayet li holê ye. Kes nizanibe jî malbat zarokên xwe baş nas dikin. Rojînê zanîngeh qezenc kir. Rojîn ne keseke ku întîxar bike bû. Keda xwe ya du sê salan dikare di du rojan de bidawî bike.”

JINNEWS/AMED/GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.