• Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid nerazîbûn nîşanî êrişên li ser binesaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: Em ê tevî jin û gelên azad, şoreşa Rojava bi ser bixînin.

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî pirsgirêka elektrîk û avê têdikoşin. Li gorî agahiyên berpirsyarên av û elektrîkê yên Kantona Cizîr û Firatê, ji Kanûnê û vir ve stasyona Petrolê Ewda ya li bakurê Tirbêspiyê zirareke mezin dîtiye û di encama vê yekê de 5 bîrên avê ji xizmetê ketine. Ev 5 bîrên avê, her wiha pêdiviyên elektrîk û avê yên navenda bajarê Tirbêspiyê, pêdiviya elektrîkê ya bajarokê Hîlwa û Maşûkê jî dabîn dikir. Di encama êrişan de mirovên ku li 20 gundên girêdayî bajarokê Maşûk û 12 gundên girêdayî bajarokê Hîlwayê dijîn, ji av û elektrîkê bêpar hatin hiştin. 

Di encama hedefgirtina stasyona elektrîkê ya Siwêdîk de 18 gundên li Herêma Koçerat a li Dêrikê, bê av û bê elektrîk man. 20 gundên girêdayî bajarokê Abre ya Çilaxayê û 24 gundên girêdayî bajarokê Mistefawî yê Til Koçerê jî bê av û bê elektrîk man. Ji ber ku santrala elektrîkê ya li ser rêya Helebê ya li başûrê Kobanê du caran li ser hev hatin bombebarankirin, bajarê Kobanê û 300 gund bê elektrîk man. Di santralê de 800 hezar dolar zirara madî çêbû û zêdeyî 10 bîrên avê jî ji xizmetê ketin. 89 hezar malbatên li Kantona Firatê, bi pirsgirêka avê û elektrîkê re rû bi rû ne û 660 gund û gundik bê av û bê elektrîk in. Ji ber dewamkirina êrişên li dijî herêmê, texrîbata ku li binesaziya herêmê çêbûye, her deqeyê tê guhertin. Di van êrişên dewleta Tirk a dagirker de, 2 li Amûdê û 4 jî li Dirbêsiyê bi giştî 6 welatî birîndar bûn. Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî texrîbata ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de ji ANF’ê re axivî.

Hewl didin tirsê ava bikin

Bêrîvan Xalid qala armanca êrîşan kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker naxwaze gel jiyaneke aram û bi îstiqrar hebe. Ji bo ku şert û mercên jiyanê bên zehmetkirin û wisa lê bikin ku mirov nikare li herêmê bijî, êrişeke dijwar li ser me tê kirin. Hewl didin li herêmê pêla tirsê belav bikin û bi vî rengî armanc dikin ku projeya Rêveberiya Xweser ji holê bê rakirin. Dixwazin ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Ji ber ku gelên herêmê li dijî DAIŞ’ê heta dawiyê li ber xwe da, pêşî li terora DAIŞ’ê girt. Lewma dixwazin careke din DAIŞ’ê zindî bikin.”

Em ê xizmeta gel bidomînin

Bêrîvan Xalid got, li binesaziya herêmê texrîbatên cidî hene û wiha peyivî, “Di warê madî de zirareke mezin çêbû û gelek sazî û avahiyên me yên xizmeta gel, neçar man ku xizmeta xwe rawestînin. Bi taybetî stasyonên elektrîk, av û petrolê rawestiyan. Êrişî firin, depoyên genim û ceh dikin. Her wiha ev êriş têkildarî ewlehiya herêmê jî wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn timî hedef digire. Dîsa derdorên girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin jî tên hedefgirtin. Dibe ku DAIŞ bi van êrişan re car din xwe rêxistin bike. Lewma derveyî zirarên madî ewlehiya herêmê jî di bin xetereke cidî de ye. Tedbîrên me hene, lê êriş bênavber dewam dikin. Di van şert û mercan de têkildarî pêvajoya başkirinê, wê hin pirsgirêk çêbin. Lê em ê xizmetê ji gelê xwe re bidomînin.”

Gel wê di berxwedanê de bi israr be

Bêrîvan Xalid bal bire ser helwêsta xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişan û got, “Li hemberî êrişan, helwêsta gel zelal e. Israra xwe ya di berxwedanê de car din nîşan kirin. Bi hestê welatparêziyê tevdigerin. Rêveberiya Xweser jî hêz û moralê xwe ji gel digire. Gel li dora Rêveberiya Xweser kom bûn, Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina destketiyan seferber bû. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin û baweriya me ya li hemberî gelê me bêdawî ye. Dîsa yên ku pêşengî ji berxwedanê re kirin, jin bûn. Jin her roj li meydanan bûn û wan bersiva pêwîst da dewleta Tirk. Em ê tevî jin û gelên azad, Şoreşa Rojava bi ser bixînin.”