Li bajarê Elmanyayê Leipzigê, aktîvîstan bi şiyara “Dronan bisekinînin - Rojava biparêzin” bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser.
Defend Kurdistanê beriya niha ji 17 ta 23´yê Tîrmehê weke rojên çalakiyê li dijî êrişên bi dronan ên dewleta Tirk li hemberî Şoreşa Rojava ragihandibû. Di vê çarçoveyê de li bajarê Elmanyayê Leipzigê li Marktplatzê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakgeran li nava bajêr xelk li ser êrişên dewleta Tirk agahdar kir. Aktîvîstan bi nepoxên kesk, sor û zer û dezgeheke agahdariyê bala xelkê li nava bajêr bire ser şerê bi dronan ê dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê. Bi balonan, şehîd hatin bibîranîn, wêneyên şehîdan tevî agahiyaên li ser wan hatin berdan.
Tifaqa Piştgiriya bi Rojava re ya Leipzigê got, “Dewleta Tirk rojane êrişî çiyayên azad ên li Başûrê Kurdistanê dike. Di yekê ji van êrişan de înternasyonalîstê Elman Azad Şerger (Thomas Johann S.), Asya Kanîreş (Kadriye Tetik) und Koçer Medya (Diyako Saîdî) jî canê xwe ji dest dan. Rojava jî rojane bi dronên şer tê bombekirin. Ji destpêka salê ve bêhtirî 20 mirovan hatin qetilkirin. Di nava wan de Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş jî hebûn, her du di êrişa 20´ê hezîranê de hatin qetilkirin, her du jî ji pêşengên şoreşa jinan bûn. Ajokerê wan Firat Tuma jî di êrişê de canê xwe ji dest da. Dewleta Tirk nexweşxaneyan jî bombe dike. Muhim e em li vir behsa berpirsiyariya Elmanyayê jî bikin. Lewma şirketên Elman, para mezin a teknîka dronên şer bi pêş ve birin. Sermeselê, şirketa sîlehan a Elman Hensoldtê sensor bi pêş xistin.”
ANF/LEIPZIG