Kampanyaya RiseUp4Rojava bi rasthatina salvegera Şoreşa Rojava, bang li xelkê kir da ku li her deverê dakevin kolanan û piştgiriya xwe bi Şoreşa Rojava re nîşan bidin.

Kampanyayê got, “Rojava ji bo me hemûyan têkoşînek e“ û di dawiya banga xwe de got, “17-19 Tîrmehê li her derê em piştgiriya berxwedana gerîla bikin, ji bo wê dakevin kolanan. Em hem bi bexteweriya pêkhatina şoreşê û hem jî bi kîna li dijî faşîzmê bi awayên afirîner, nexasim jî 19´ê Tîrmehê li dijî sektora turîzmê çalakiyan bikin! 
Em ê bi hev re di Şoreşê de bibin ye! Em ê bi hev re faşîzma Tirk biperçiqînin!
Em ê bi hev re Rojava biparêzin!
Em ê bi hev re Kurdistanê biparêzin!” 

Li gorî vê 17-18-19´î Tîrmehê bi şîara “Em di berxwedanê de dibin yek, li faşîzma Tirk bixe” çalakî tên li dar xistin.

Cihên diyarbûyî yên çalakiyan ev in:

17´ê Tîrmehê
Li Stuttgartê, li Lautenschlager str. saet15.00´an
Li Heildelbergê, li Karlsplatzê saet 20.00´an
Li Hannoverê, li Opernplatzê saet13.00´an

18´ê Tîrmehê
Li Dresdenê, li Altmarktê saet 13.00´an
Li Frankfurtê li Saalbau Gallusê saet 13.00´an

NAVENDA NÛÇEYAN