Ciwanên Kurd li kanaleke nûçeyan a Yewnanistanê çalakiya îteatnekirina sivîl kirin û qala sûcên dewleta Tirk ên şer kirin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li kanala nûçeyan a CONTRA TV´yê çalakiyeke îteatnekirina sivîl kirin.

Ciwan ji bo balê bibin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ketin hola weşana zindî ya CONTRA TV. 

RiseUp4Rojava û gelek fraksiyonên çepgir jî piştgirî dan çalakiyê. Ciwanan tevî hildana pankartên li ser faşîzma dewleta Tirk her wiha dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Azadî ji Ocalan re" gotin.

ANF/ATÎNA