Rexneyeke sor li desthilatê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Sibat 2021 - 00:55

Şêwekar Diyako Xatûn ê ji Behdînanê, bi performanseke hunerî rexne girt li çerxa desthilatdariya mêrya li ser jinê tê ferzkirin.

Şêwekar Diyako Xatûn ê ji herêma Dihokê, bi xebatên xwe yên hunerî hewl dide balê bikişîne ser şideta li dijî jinên Kurd.

Diyako Xatûn diyar dike ku pirraniya xebatên wî li ser rexnekirina cinsiyetparêziya civakî, tundiya li dijî jinê, êş û azarên ku jin ji ber sedemên şer û tundiya hêzên desthilatdar e.

Di vê çarçoveyê de performanseke hunerî ya rexne li çerxa desthilatdariya mêr a jinê timî di nava xelekekê de dizivirîne ya bi navê, “Bazne” de li taxa Eqarî ya Silêmanî hate nîşandan.

Pirraniya kesên li performansa Diyako Xatûn temaşekirin, jin bûn û Diyako Xatûn dibêje, rengê sor ji bo wî êşên jinên Şengalê, yên ji Rojava û penaberan îfade dike.

Bi lingê xwe û bi rengê sor, bazinekî xêz dike û timî di wê çerxê de dizivire.

Diyako Xatûn heta niha xebata xwe li Dihokê, Silêmanî û Elmanyayê nîşan daye.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.