Rewşa siyasî ya Başurê Kurdistanê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 22:41

  • Di sala 1975’an û 1976’an de, Yekîtiy Niştimaniy Kurdistan (YNK), wekî bersiveke ji bo Aşbetal a Mela Mistefa Barzanî û teslîmbûna PDK´ê bi tifaqa di navbera Îran û Iraqê de hat damezrandin. 

Di sala 1975’an û 1976’an de, Yekîtiy Niştimaniy Kurdistan (YNK), wekî bersiveke ji bo Aşbetal a Mela Mistefa Barzanî û teslîmbûna PDK´ê bi tifaqa di navbera Îran û Iraqê de hat damezrandin. 

Lê belê, ji ber ku xeyal û ramanên Mam Celal û hevalên wî ne cuda bûn ji xeyal û perspektîfa paşverû ya Mela Mistefa Barzanî, YNK´ê nekarî bibe bersiv û alternatîf ji bo rewşa siyasî û civakî ya Kurdan li Başurê Kurdistanê. 

Gava ku sala  2009´an Tevgera Gorran hat damezrandin, dîsa heman hizr û pratîk hat nîşandan. Belkî hinek xelk bêjin, kak Newşîrwan û hevalên wî ji Mam Celal û hevalên wî cuda bûn, lê ez bi hesanî dikarm bibêjim, hîç ferq û cihêtiyên cewherî di navber a Mela Mistefa, Mam Celal û Kak Newşîrwan de jî nînin. Nihêrinên hersêkan bi awayekî zelal li ser mijarên girîng ên weke kurdbûn, azadiya gelan, azadiya Kurdan, azadî û rewşa jinan û tevahiya mijarên din; tim û tim wek yek e. 

Civaka Kurdistanê li Başûr her tim li benda wê şoreş û serhlidanê ye ku hê jî çênebûye. Ya ku em niha lê dinihêrin, ti caran çênabê jî. Ya rastî ew e ku li ser navê şoreş û kurdîtiyê, kaos çêbûye û neheqiyeke mezin li ser ked, xwîn û jiyana xelkê derketiye holê. 

Yên ku li ser navê şoreşê, kaos çêkirine, gava ku xeletiyeke mezin dikin, kesek nîne ji wan re bibêje, êdî bes e. Mînakên weke mijara salên 1964-1966´an di navbera Mela Mistefa û Mam Celal de - pişt re bi navê Celalî û Melayî hatin nasîn -, heta aşbetala 1975´an û pişt re şerê birakujiyê di nav partiyên siyasî de; bûne sedema malwêraniya Kurdan. 

Bi hezaran naheqî û zilm li ser navê şoreşê hatin kirin. Pariyekî ne piçûk ji malwêranî û qirkirinê jî dikeve stûyê wan hêzan ku li ser navê şoreşê di 50 salên bihurî de ew kaos çêkirin. 

Pirsa min li vir ew e; gelo sedema vê kaosê ku bi navê şoreş û kurdîtiyê dimeşe, çi ye? Ya rastî ew e ku heya niha, ti caran kesek di nav tevgera Kurdî li Başûrê Kurdistanê de; dest nedaye guhertina hizr, xeyal û ramanên xelkê. Tenê xwestine ku seresere, yanî herçî rûyê xuya ye, di civakê de guhertinê çêkin. 

Yên ku kurdîtiyê dikin, ti caran berjewendîyên xwe naxin bin tehlûke ji bona xatrê Kurd û Kurdistanê. Rast e, xelk û hinek ji pêşmergeyan, kedê didin. Lê rêveberên Kurd qet nexwestine ku xwe bikin qurbanê vê dozê. Wateya vî jî ew e ku xema sereke ya rêveberên şoreşê ne xemeke civakî û mirovahiyê ye, ne ji bo Kurdistan û xelkê Kurd e. Xema sereke ya wan kesan tim û tim berjewendiyên malbatî û ferdî yên wan bi xwe ne. Mînaka vê ya here hazir û berçav niha ew koçerbûna pirr bi tehlûke ya xelkê ye ji Başûrê Kurdistanê ber bi Ewrûpayê ve. Binihêrin, li welatê Belarûs, li ser tuxubên Lehistanê (Polonyayê) rewşeke çawa niha heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.