Rêveberê Hurras El Dîn hate kuştin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 1 Sibat 2025 - 00:29

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ên Hurras El Dîn ku baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê ye Mûhammed Salah El Zubeyîr hatiye kuştin. Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin:“Di 30’ê Çileyê di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê Mihemed Selah El Zebîrê fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresedinê ya El Qaîdeyê hatiye kuştin. Fermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla got:"CENTCOM wê di nêçira terorîstan, kuştina wan an jî girtina wan de dewam bike, wê li dijî komên ku plan dikin êrîşî DYE û personelên hevalbend bikin, welatê xwe biparêze."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.