Reqsa li Louvre

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 02:59

Faith Ringgold gava sala 1991’ê li ser lihêfekê ev berhema bi navê Dancing at the Louvre (Reqsa li Louvre) çêkir, mesele ji bo wê şikandina qaîdeyan bû, lê belê wê tenê ev nedikir, wê pê re jî kêf dikir. Wê resmandina nûnerî û rêbazên çêkirina lihêfên neqişandî ya Efro-Emerîkiyan anîn cem hev. Bi vî awayî wê 12 rêzeberhem çêkirin ku çîrokên xwe dibêjin. Ji van lihêfên wê yên çîrokan re dibêjin "The French collection". Ha ev berhem jî yek ji wan e. 

Ev rêze berhem behsa çîrokên xeyalî yên Willa Marie Simone dikin. Jineke ciwan a reşik, destpêka sedsala 20´an diçe Parîsê û berhem behsa wê dikin. Ji bo Faith Ringgoldê yanî ji bo çîrokbêjê, hem xirakirina qaîdeyan û hem jî teknîkên çêkirina lihêfên neqişandî, girîng in ji bo ku karibe çîrokên xwe bi hunerê xwe bibêje. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.