Rejîmê 2 kolber birîndar kirin
Pêncşem 3 Tebax 2023 - 13:47
Şeva Sêşemiyê ango 1’ê Tebaxê, 2 kolberên bi navê “Erkan Rehmanî û Layiq Derwîşî” ên xelkê bajarê “Ciwanro”, di encama gullebarana hêzên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên rejîmê bêyî ku hişyariyekê bidin, yekser kolber gullebaran kirine. Herdu kolberên ku ji zik û milên xwe birîndar bûne, ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyê.
KURDPA