Hate zanîn ku hêzên rejîma Îranê, li Merîwanê pêr çalakvanekî jîngehparêziyê kiriye nezaretê û doh jî li Ûrmiyê şivanek kuştiye. 

Çavkaniyên ji cihê cih dibêjin, hêzên rejîma Îranê, pêr li Merîwanê jîngehparêz Nevîd Konepoşî yê 30 salî yê ji gundê Reşedê kiriye nezaretê. Nevîd Konepoşî endamê Encûmenî Sewzî Çiya ye jî.

Gava ku hêzên rejîma Îranê diçin mala Konepoşî, ji ber ku ew bi xwe li mal nebûye, birayê wî weke rehîn digirin, piştre Konepoşî ji bo ku birayê wî serbest berdin, diçe xwe radestî hêzên rejîma Îranê dike wan dike.

Çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê wekî din dan zanîn ku hêzên rejîma Îranê doh danê sibehê li nava wilayeta Ûrmiyê, şivanê bi navê Weysî Badînî qetil kirine. Weysî Badînî ji gundê Sorkan ê ser bi Mirgewer a Ûrmiyê bû. Bi gulebarana hêzên Îranê b giranî birîndar bû. Lê ji ber ku hêzên rejîmê nehiştin wî bibin nexweşxaneyê, zêde xwîn jê çû û li cihê êrişê canê xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN