‘Reflexion’ behsa bandorên şer dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:44

  • Wênesaz Alî Zulfîkar di 10'ê Cotmehê de wê li Kolnê pêşangeha "Reflexion" veke.  Alî Zulfîkar di pêşangeha xwe ya bi navê “Reflexion” de balê dikişîne ser bandorên şer ên li civakê û ekolojiyê.

Li gel wêneyê mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, portreyên Greta Thunberg, Che Guevara û Rosa Luxemburg bi teknîkeke pênûsê ya bi bandor tîne ziman. Zulfîkar ev 25 sal in portreyên kesayetên naskirî yên cîhanê çêdike. 
Berhemên Alî Zulfîkar li Paris, London, Porto Riko hatin pêşandan û bala gelek kesan kişand ser xwe.
Pêşangeh wê 10’ê Cotmehê roja Pêncşemê saet 19:00 li Maigalerie bê vekirin. Hîndekarê Siyaset û Hiqûqa Giştî ya Zanîngeha Hamburgê Prof. Dr. Norman Peach û reklamkera hunerê Petra Lotschert wê di pêşangehê de axaftinan bikin.
Pêşangeha Reflexion wê heta 14’ê Mijdarê bidome. KOLN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.