‘Rastî nexweş dikeve lê namire.’*

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Sibat 2023 - 20:01

  • Egîdê Cimo yan jî “mîrê bilûrê” bi meqamên xwe ruh daye stranên gelek dengbêjên Kurd. Îro jî ew meqamên wî di bîra muzîka kurdî de cih digirin. Ji lewma jî Egîdê Cimo bi her awayî rastiya muzîka kurdî bû, ew rastiya ku nexweş diket lê qet nedimîrî!

ARDÎN DÎREN

Kêm kes hene piştî ku li dengê mey û bilûra Egîdê Cimo guhdarî kiribin berê wan neketibe ber bi zozanên Kurdistanê ve. Ji lewma, dengê bilûra wî hesteke kurdewarî bi mirov re çêdike û mirov li ku derê bibihîze, tê derdixe ku ew meqam, ên Egîdê Cimo ne. Nexasim jî meqamên wî yên ku ji bo stranên “Lawikê Metînî”, “Bêrîvanê” û “Welatê Min Kurdistan e” çêkirine, pirr bi qîmet in û li ber dilê xelkê pirr şîrîn in. Egîdê Cimo ku weke “mîrê bilûrê” tê zanîn, di belgefilma “Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo” de dibêje, “Min zirneya xwe ya yekem bi perê firotina du satil mast kirî”**. Piştî zirneya wî çêdibe, destpêkê li dawetan li mey û bilûrê dixe. Bi demê re berê wî dikeve Radyoya Erîvanê û ew li wir bi salan dixebite. Ji dengbêjên Kurdan re li mey û bilûrê dixe. Gelek Kurdan dê bi dengê Keremê Seyad ê ku digot; “Disitre Sûsika Simo, lê dixe Egîdê Cimo!” bêhtir ew nas bikirana û meqamên wî jiber bikirana.

Sala 1955’an di Radyoya Ermenistanê ya Dewletê de beşê Kurdi jî vedibe. Wî çaxî, nivîsakar û lêkolîner Casimê Celîl berpirsyarê beşê Kurdî ye. Casimê Celîl ji bo karibe dengê Kurdî li radyoyê bilind bike, gund bi gund dikeve pey sazbend û dengbêjan da ku wan li hev kom bike û bi wan stranan bide gotin. Bi vî awayî wî gelek deng û stran qeyd kirin li Radyoya Erîvanê. Egîdê Cimo jî yek ji wan sazbendan e ku hingê li Radyoya Erîvanê dixebite û ji dengbêjan re li mey û bilûrê dixe. Navên çend dengbêjên ku Egîdê Cimo ji wan re li mey û bilûrê xistiye ev in; Şeroyê Biro, Kerapetê Xaço, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Mihemedê Mûsa, Sûsika Simo, Zadîna Şekir û Eslîka Qadir. Li gor ku Egîdê Cimo di belgefilman de tîne ziman, wî 37 salan li ser hev li Radyoya Erîvanê sazbendiya Kurdî kiriye. 

Heger şano, orkestra û wêje hebe dewlet jî heye

Egîdê Cimo tevî sazbendiya xwe gelek helbest û metnên helbestkarên Kurd jî bi sazbendiya xwe sêwirandiye û kiriye berhemên bêhempa. Fêrîkê Ûsiv û Mikaîlê Reşîd ji wan kesên bi siûd in ku Egîdê Cimo berhemên wan li arşîva Kurdî zêde kiriye û kiriye stran. Her wiha Egîdê Cimo salên dirêj bi şanoyê re jî mijûl bûye û xebatên wî yên li ser şanoyê jî hene. Ew di vî warî de jî dahênerekî baş e, ji lewma gotina wî ya, “Heger şano, orkestra û wêjeya civakekê hebe dewleta wan jî heye” di vî warî de balkêş e û qedr û qîmeta hunerê nîşanî me dide. 

Bi belgefilman serpêhatiyên Egîdê Cimo

Gelek hunermendên Kurd di nav şert û mercên dijwar de wefat kirin û ji wan tiştek nema. Ji lewma arşîv û belgekirina hunerê Kurdî, ji bo civaka Kurd pirr girîng e û divê ev yek ti carî neyê paşguhkirin. Dema mirov bala xwe dide vê yekê Egîdê Cimo hinek bi siûd e, ji lewma dema ew li dinê bû, çend kesan bîr biribû ku pê re bipeyivin û li ser jiyana wî belgefilman çêkin. Belgefilma “Welatê Min Kurdistan e” ya Îbrahîm Yildirim, “Mîrê Bilûrê” ya Salihê Kevirbirî û her wiha filmê bi navê “Kurdistan Kurdistan” ê Bulent Gunduz ew belgefilm in ku Egîdê Cimo nemir kirine û dikin ku mirov dubare li gotinên Egîdê Cimo bihisîne bê ka wî çi dîtiye û serpêhatiyên wî çi ne. Ji lewma jî min xwest hinekî behsa van belgefilman bikim da ku xelk bîra arşîvê bibe û qîmeta berhemên bi vî awayî zanibe.

‘Mîrê Bilûrê’

Belgefilma bi navê “Mîrê Bilûrê” ya ku derhêneriya wê nivîskar Salihê Kevirbirî kiriye di sala 2013’an de hatiye çêkirin. Salihê Kevirbirî dîmenên belgefilmê li Erîvanê girtine. Dibe mêvanê mala Egîdê Cimo û Egîdê Cimo li mala xwe diaxive. Li mala ku bi tena sere xwe lê dimîne. Belgefilma “Mîrê Bilûrê” belgefilmeke kurt e û 24 deqîqe ye. Lê di vê belgefilma kurt de em hem Egîdê Cimo baş dinasin û hem jî kesên derbarê Egîdê Cimo de diaxivin, nas dikin. Egîdê Cimo di belgefilmê de behsa ciwaniya xwe û her wiha bibîranînên xwe yên Radyoya Erîvanê dike. Kesên weke Mirazê Cemal, Emerîkê Serdar û Tîtalê Kerem jî behsa bibîranînên xwe yên bi Egîdê Cimo re dikin û wî bêhtir bi me didin nasîn.

Welatê min Kurdistan e

Belgefilma bi navê “Welatê Min Kurdistan e” ku derhêneriya wê sînemavan Îbrahîm Yildirim kiriye yek ji berhema Akademiya Aram Tîgran e. Her wiha Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê jî piştgirî daye belgefilmê. Dîmenên belgefilmê di sala 2014’an de hatine girtin û rêwîtiya Egîdê Cimo ya ji Erîvanê ber bi Amedê ve vedibêje. Ji lewma Şaredariya Amedê ya Mezin ew vexwendibû ji bo konserekê. Belgefilm ji Erîvanê heta Amedê, Egîdo Cimo dişopîne û di vê rêwîtiyê de em li serpêhatiyên Egîdê Cimo dihisênin. Her wiha ew dibe mêvanê Akademiya Aram Tîgran a li Amedê jî û bi şagirtan re jî wext derbas dike. Dema bi şagirtan re wext derbas dike û wan fêrî fîq, mey û bilûrê dike, gotineke wî ya wiha heye, “Tenê hîn bibin, hûn hîn bibin bes e. Ji ber, em hîn nebûne em ketine vî halî.!” Belgefilma Îbrahîm Yildirimî 47 deqîqe ye û li ser malpera youtube heye. 

Kurdistan-Kurdistan

Filmê bi navê “Kurdistan-Kurdistan” filmê derhênerê Kurd Bulent Gunduz e. Film di sala 2015’an de hatiye çêkirin. Ev film li gelek festivalan geriya û xelatên baş wergirtin. Li Festîvala Los Angelesê xelatên “filmê herî serketî” û “muzîka herî serketî” wergirt. Film esas, behsa rêwîtiya muzîkê ya stranbêjê Kurd Delîl Dîlanar dike. Delîl Dîlanar ku bi salan ji welatê xwe dûr maye, li gundê xwe ango li axa welatê xwe vedigere û li gund pêrgî hosteyê xwe yê bilûrê Egîdê Cimo tê. Egîdê Cimo weke lîstikvan di filmê Kurdistan-Kurdistan de cih digere. 

Vodka Lemon û Lawikê Metînî

Divê meriv bi bîr bixe ku Egîdê Cimo di filmê Hiner Saalem yê bi navê “Vodka Lemon” de jî cih girtiye. Dîmenên filmê “Vodka Lemon” jî di sala 2003’yan de hatine girtin û film li gelek festîvalên navneteweyî hate nîşandan û xelat wergirtin. Egîdê Cimo di filmê “Vodka Lemon” de destpêka film tê xuyanê û li ser gorê li meyê dixe. A rast ew bi meya xwe starna “Lawikê Metînî” dibêje. Ev sahneya Egîdê Cimo jî yek ji wan sahneyên navdar e di sînemeya Kurdî de ku di hişê gelek kesî de zîndî maye.

 

Jînenîgeriya Egîdê Cimo

Egîdê Cimo di sala 1932’an de li gundê Eredşîrê ku bi ser naçeya Armavîrê ve ye hatiye dinyayê. Malbata wî di sala 1918an de, ji Bajarê Wanê Navçeya Bêgirê, koçî Ermenistanê dibe. Di dawetekê de hez ji keçeke bi navê Rindê dike û ew keç direvîne. Paşê jî pê re dizewice û 5 zarokên Egîdê Cimo çêdibin. Egîdê Cimo, 88 salî, 31´ê Çilê sala 2019’an li Ermenîstanê kiras diguhere û koça dawî dike. Ew bi dengê mey û bilûra xwe weke “mîrê bilûrê” di bîra muzîka kurdî de cihekî taybet digire.

*Egîdê Cimo van gotinan di belgefilma “Welatê Min Kurdistan e” yê Îbrahîm Yildirim de bi kar tîne.

** Salihê Kevirbirî ev film çêkiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.