Raperîn dewam dike

Çarşem 11 Çile 2023 - 10:27

  Raperîna, “Jin jiyan azadî” li gel birrîna cezayên darvekirin û girtinan jî bê navber dewam dike.

Li Ciwanro zexta hêzên rejîmê zêde ye

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Bokanê merasîma çileya Awat Qadirpûr li gundê Melaler pêk hat. Bi dehan kes tevlî merasîmê bûn û li dijî rejîmê dirûşme berzkirin.

Li bajarê Sine jî hejmarek jin li çiyayê Awyar li dijî rejîma Îranê çalakî kirin.

Li Girtîgeha Îlam jî 10 xwepêşanderên hatin girtîn, li dijî paşguhkirina dosya û nediyariya çarenûsa wan dest bi grevê kirin.

Herwiha li gel berdewambûna çalakiyan, li bajaran rewşa tund a leşkerî li bajarê Ciwanro berdewam e û hêzên rejîmê bi ser malan de digrin. Hate ragihandin ku hêjmareke ciwan hatine girtin.

Li 4 xwepêşanderên cezayê darvekirinê

Xelkê Kerecê piştî ku nûçeya dibe ku du çalakvanên bi navê Mihemed Qebadlû û Mihemed Berxunî yên ji ber xwepêşandana hatîne girtin werin darvekirin, bihîstin li ber Girgîgeha Receyî Şehir a Kerecê kom bûn û rê li çûn û hatinê girtin.

Cezayê darvekirinê li 3 ciwanên li Îsfahanê û ciwanekî li Belûçistanê hatiye birrîn.

Heta niha li Îranê cezayê darvekirinê yê 4 kesan hatiye pêkhatin. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm cezayê darvekirinê li 109 hatiye birîn û metirsiya darvekirina wan heye.

15 girtiyan dest ji grevê berdan

Li Girtîgeha Keçûyî ya Kerecê 15 aktîvîstên jin ku li dijî şert û mercên girtinê dest bi girevê kirîbûn, ji ber xerabûna rewşa tenduristiya hinek ji wan û herwiha ji ber sedema destûr nehate dayin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, dawî li çalakiya xwe anîn.

Nazîla Marufyan û Leila Hosseinzadeh bi kefalet hatin berdan û Çalakvana sendîkaya mamosteyan Jîla Xeyîr, Sonya Rahmanzade û Zohreh Jam bi awayekî demkî heta dawiya darzandinê bi kefalet hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.