• Hunermenda Ermen Larissa Araz bi xebata xwe ya li ser deng a bi navê “Voice from awar” kesên ku li Radyoya Erîvanê guhdar kirine xeyal kiriye û rola radyoyê ya ji bo civaka Kurd nirxandiye.  Xebata wê ya bi deng xebateke balkêş e û meriv dibe wan salan. 

Hunermenda Ermen ya bi navê Larissa Araz bi xebata xwe ya “Voice from awar” (Dengê ji dûr ve) li ser xebatên Radyoya Erîvanê yên Kurdî hûr dibe. Ev xebata wê tenê li ser deng e, wê bi dengên stranan lîstiye û berhemeke li ser dengî afirandiye. Ev xebata wê li Zûrîhê, li platforma dîjîtal a “Oto Sound Museum” tê nîşandan. Xelk dikarin heta 30’ê Berfanbarê herin li wir guh bidin xebata Larissa Arazê. Her wiha saziya bi navê SAHA jî piştevaniya xebata Larissa Araz dike.

Piştî ku Radyoya Erîvanê di sala 1955’an de dest bi weşanê kiribû, dengê wê li seranserê Kurdistanê bilind bûbû û radyo ji bo çand û hunera Kurdî bûbû palpiştek qewî. Kilamên ku li vê radyoyê hatin gotin di heman demê de nasnameya Kurdî jî berbiçav dikirin. Larissa Araz jî li ser frekansên deng fikiriye û xebata wê jî xebateke razber e. Ew li ser kesên ku li vê radyoyê guhdar kirine disekine û bi dengê ku hazir kiriye li guhdaran difikire. Yanî wê ji radyoyê bêhtir bala xwe daye ser dengên radyoyê, frekans û guhdaran. Kesên ku bi awayekî çalak li vê radyoyê guhdar kirine xeyal dike. Ji bo vî karê xwe jî ji arşîvên mala Celîl sûd wergirtiye. Dema meriv li dengê ku Larissayê hazir kiriye guhdar dike, meriv bivênevê li ser wan zemanan difikire û dengê wê jî meriv dibe cihên dûr...

 

Kesen li radyoyê guhdar kirine xeyal dike

Dengê ku Larissa Araz weke enstalasyonekê hazir kiriye li ser malpera “soundcloud” jî hatiye parve kirin. Li bin dengê hatiye parvekirin şiroveyeke bi vî rengî jî heye; “Radyoya Erîvanê bandoreke mezin li civaka Kurd kiriye. Nexasim jî di navbera salên 1960 û 1980’an de peywireke baş bi cih aniye. Dengên ku ji radyoyê hatine bihîstin sînoran derbas kiriye û nasnameyekî nû ava kiriye ji bo Kurdan. Li herêmên Kurdan radyoyên destan gelek bûn û Radyoya Erîvanê bi saya wan li Kurdistanê hatibû naskirin û dengê wê li her derî belav bû. Xebata bi navê “Voie from awar” ji radyoyê bêhtir li ser kesên ku li radyoyê guhdar kirine disekine. Ev proje van dengan bi awayekî razber nirxandiye û xwestiye wan kesên ku li radyoyê guhdar kirine xeyal bike.”

 

Pirsgirêkên îfade û azadiyê dewam in

Larissa Araz bi saya dengên Radyoya Erîvanê behsa pêkûtiyên li ser çandê jî dike. Xebatên bi vî rengî weke berxwedenake çandî dinirxîne. Ji xwe wê bi vê xebata xwe xwestiye atmosfereke fizîkî û derûnî ava bike. Her wiha di dewamiye şiroveya li bin dengî hatiye parvekirin de ev derbirîn jî hene; “Xebata ‘Dengê ji dûr ve’ rola radyoyê ya wan salên berê şênber dike. Nexasim jî çanda ku bi qirkirinê re rû bi rû maye û kesên ku vê çandê parastine îşaret dike. Piştî xebatên arşîvê ev xebat bêhtir kemilî û bi halê dawî derket holê. Divê em ji bîr nekin îro jî di warê îfadeyê de pirsgirêk hene û azadiya hin civakan nayê qebûlkirin.”

Larissa Araz kî ye?

Di sala 1990’î de li Stenbolê hatiye dinyayê. Di sala 2010’an de li Zanîngeha New Yorkê di beşa “Medya, ragihandin û Çandê” de dest bi perwerdeyê kiriye û li Zanîngeha Koçê di beşa “hunerên bedew” de perwerdeya xwe ya lîsansê biriye serî. Larissa di gelek warên hunerî de berhem ava kirine; nivîs, deng, video û wêne çend hêlên sereke ne ku li ser wan sekiniye û di vî warî de afirandiye. Ew bi xebatên xwe dixwaze li ser hafizeya civakî bisekine û hin tiştên ku ji hêla dîroka fermî ve nayên qebûlkirin bide nîqaşkirin. Arşîv, dîrok û nasname ji bo wê girîng in û li pirsên ku bê bersiv hatine hiştin dikole. Dema vî tiştî dike ji bi nihêrîneke şexsî dike û afirîneriya xwe li van meseleyan zêde dike.  Larissa rêvebirê “Înîsîyatîfa Hunermendan a Poşe” ye jî ya ku di sala 2018’an de hatiye ava kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN