Qirêjiyê vediguherînin hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Sibat 2024 - 00:19

Peravên behran li dinyayê cihên herî qirêj in. Gelek welat çop û gemara li peravan kom dike û hewl didin peravên behrê paqij bikin. Lê çidibe bi çop û gemara ku ji peravan tê kom kirin? Yanî çi ji vê çopê dikin? Li gelek welatan ev çop û gemar vedigehere berhemên hunerî. Kenya jî yek ji wan welatan e ku çopên xwe yên peravan bi rêya karker û hunermendan vediguherîne berhemên hunerî.

Li Kenyayê şirketa bi navê “Ocean Sole” çapên peravê berhev dike. Nexasim jî ji şimikên ku hatine avêtin berhemên hunerî disêwirîne. Bi vî awayî peykerên rengo rengo çêkirine û van peykeran difiroşin da ku karibin pereyên kesên ji bo vî karî dixebitin bidin.

Rêvebirê “Ocean Sole” Joe Mwakiremba ji bo karên ku dikin got; “Ev şirket ji bo karibe peravên behran paqij bike hate damezirandin. Karkerên ku di şirketê de dixebitin di heman demê de hunermend in jî.” Li şirketê bi qasî 1000 kes dixebite û ev kes bi vî awayî debara xwe dikin.

NAÎROBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.