Qêrînek ji bo Heskîfê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Kanûn 2020 - 01:52

  • Şanoger Tuncay Ozel: Ev cara pêşî ye min rewşeke li ser Kurdistanê anî ziman û li ser dike nîşan da. Ji ber vê hem gelek xemgîn hem jî gelek bi kêf im. Wiha di nav hiseke ecêb de me. Xwezî ev dîrok û çand di bin avê de nemana û bila ev lîstik jî nebaya.

MEHMET ASLAN
MA/STENBOL

 

Nivîskar û lîstikvanê lîstika şanoyê “Keypa12500” Tûncay Ozel, bal bire ser talankirina Heskîfê û got, ev tehlûke ne dûrî Cizîr û Sûrê ye jî. 
Lîstika şanoyê ya yek kesî “Keypa12500” li ser Heskîfê ye, ya rastî li ser wê yekê ye ka çawa ava bendava Ilisûyê dide ser Heskîfê. Lîstik cara yekê îna bihurî li Stenbolê li ser Dika Nîşandana Hûnerên Avê, hat nîşandan. Peyva “Keypa” ku di navê lîstikê de cih digire navê asûrî yê Heskîfê ye û hejmara 12 hezar û 500 jî temenê Heskîfê nîşan dide.
Lîstik, bi dengê kemçeyan dest pê dike, ew kemçeyên ku Heskîfê hildiweşînin. Lîstikvan jî ji nav temaşevanan dertê ser dikê; li ser dikê jî ax, kevir û şivek hene. Lîstîkvan bi awayekî nîv tazî di nav tariyê de derdikeve ser dikê û bi pêketina hêdî hêdî ya bi ronahiyê re xizikên sor ên li ser laşê wî yên ku xwînê tînin bîra mirov, dertên holê. Lîstikvan bi vê yekê balê dikişîne ser talankirina Heskîfê. 

Heskîfa min Heskîfa me

Em bi nivîskar û lîstikvanê lîstikê, Tûncay Ozel û dekoratorê wê Habîn Çelîk axivîn. Ozel diyar kir ku ew bi salan e lîstikvaniya şanoyê dike û heta niha wî timî cihê xwe girtiye di nava wan lîstikan de ku wan bi xwe ew wergerandine Kurdî. Ozel, destnîşan kir ku di pêvajoya binavkirina Heskîfê de ew çûye Heskîfê. Wî got, zarokatiya wî li Heskîfê derbas bûye. Pê re jî fikra ku rewşa heskîfê, tişta hatî serê wê, li ser dika şanoyê nîşan bide, pê re peyda bûye. Ozel destnîşan kir ku bi rengî lîstika wî derketiye holê: “Ji ber ku Heskîf di bin avê de maye, fikirîm ku bi lîstikê ruhê wê sax bihêlim.”

Ruhê Heskîfê hesab dipirse 

Ozel di lîstikê de ev ruh bi xwe ye. Wî got, “Di lîstikê de ruh ji herkesê hesap dipirse, herkesê ku Heskîf di bin avê de hiştiye. Heskîf bi zimanê xwe derd û kesera xwe dibêje. Her wiha Heskîf dibêje, ‘Hûn dikarin min di bin avê de bihêlin, tine bikin lê ez ê ji we hesap bipirsim û xewê li we biherimînim. Hûn çi dikin, bikin, destê min wê tînika we de be’.” 
Di dewamê de Ozel da zanîn ku di lîstikê de ew balê dikişîne ser tehlûkeyên li ser erdnîgariya Kurdan: “Ez balê dikişinim ser dewlemendiyên me yên li her çar parçeyan. Têra xwe li Heskîfê xwedî nehat derketin. Qe nebe em ji bo wan dengê xwe bikin. Em dizanin ka dewlet çi ye, hewce nake em bêjin. Lê me jî bi dengekî bilind dikaribû lê xwedî derkevin. Belkî me nekarî nehêlin avê bidin ser Heskîfê, lê me dikaribû li ber xwe bidin. Dibe ku rojeva vê lîstikê Heskîf be lê rojeva bingehîn talankirina Kurdistanê ye. Ev tehlûke ne dûrî Sûr û Cizîrê ye. Em doh têra xwe li Heskîfê xwedî derneketin, dibe ku sibe bên van deran. Ji bo wê, çi dibe bila bibe, divê em di nav dijberiyê de bin.”
 
Bila Heskîf hebe ev şano nebe

Ozel got lîstik bal dikişîne ser bûyerên rastî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev cara pêşî ye min rewşeke li ser Kurdistanê anî ziman û li ser dike nîşan da. Ji ber vê hem gelek xemgîn hem jî gelek bi kêf im. Wiha di nav hiseke ecêb de me. Xwezî ev dîrok û çand di bin avê de nemana û bila ev lîstik jî nebaya.”
 
Bibîranînên me di bin avê de man

Habîb Çelîk dekora lîstikê çêkiriye. Wî jî got, tişta wan kiriye, qêrînek e, qêrîna Heskîfê ya ku kesî nebihîstiye. Bi ya Habîb Çelîk bersiva vê qêrînê re nehatiye dayîn û xwedî li Heskîfê nehatiye derketin: “Dîrok, çand, huner û bîranînên me di bin avê de man.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.