Qanûna budceyê destekê dide Rojava

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:27

  • Hefteya bihurî beriya ku bikeve betlaneya noelê, qanûna budceya bergiriyê ya Emerîkayê li Kongreyê hat qebûlkirin.

Hefteya bihurî beriya ku bikeve betlaneya noelê, qanûna budceya bergiriyê ya Emerîkayê li Kongreyê hat qebûlkirin. Li gorî vê desteka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo Rojava wê sala 2022’yan jî dewam bike. 

Di budceyê de 177 milyon dolar ji bo du hêzên li Sûrî re hatiye veqetandin. Yek ji van QSD ye û ya din jî Maghawir al-Thawra ye ku li Başûrê welêt li çolê cihekî kontrol dike. Ji vî pereyî 78 milyon ji bo mûçeyên şervanan hatiye veqetandin, yên mayî wê li mesrefên cihê yên ekîpman û cebilxaneyê be. 

Li gorî qanûnê, desteka ji bo hêzên pêşmerge yên hevgirtî yên li Başûrê Kurdistanê jî wê dewam bike. Ji bo hêzên pêşmerge qederê 260 milyon dolarî hatiye veqetandin.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.