- Li gorî Wezareta Navxweyî ya Fransayê, şemiyê li 168 bajaran çalakiyên protestoyî hebûn.
Li tevahiya Fransayê li dijî karta lêdana derziya parêza ji vîrusa Koronayê, li 168 navendan protesto û çalakî çêbûn. 160 hezar kes tevlî van çalakiyan bûn.
Li gorî Wezareta Navxweyî ya Fransayê, şemiyê li 168 bajaran çalakiyên protestoyî hebûn.
Li gorî Wezareta Karê Navxweyê 161 hezar kes tevlî çalakiyan bûn. Dirûşmeya çalakiyan, ''Ji bo azadiyê'' û ''li dijî dîktatoriya tenduristiyê'' bû. 17'ê Tîrmehê dîsa li temamê Fransayê çalakî hatibûn kirin û 114 hezar kes daketibûn meydanan.
Çalakiyên mezin li Parîs, Marsîlya, Nice, Montpellier çêbûbûn. Hingê 11 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bûn. 17'ê Tîrmehê jî 18 hezar kes li Parîsê kom bûn.
Karta derzîlêdanê dibe sedema nerazîbûna xelkê. Hin kes vê weke sînordarkirina azadiyê dibînin, hin kes jî bi guman nêzî dibin û hin kes jî ji teoriyên komployê bawer dikin.
PARÎS