Portreyê şêxê Kurd li Bexdayê vegeriya

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Îlon 2022 - 04:23

  • Ev berhem yek ji 6 portreyên şêxê Kurd ê bi navê Bazî Kurdî Behdînanî ye ku Faîq Hesen li Zaxoyê xêz kirine

Faîq Hesen yek ji navdartirîn şêwekarên Iraqî bû û di şêwekariya Iraqê de yek ji damezrênerên ekspresyonîzma Iraqê tê hesibandin. 

Beriya ku Faîq Hesen berê xwe bide ekspresiyonîzmê, wî portre jî di nav de, gelek ceribandinên naturalîst û romantîzmê li pey xwe hiştine. Di salên 40´î yên sedsala 20´an de Faîq Hesen diçe Başûrê Kurdistanê jî û li wir gelek resman xêz dike. Li Zaxoyê jî ew 6 resm û portreyên şêxekî Kurd xêz dike. Yek ji wan wêneyan sala 2003´yan ketibû ber talankeriya piştî dagirkirina Iraqê. 

Wezareta Çand, Turîzm û Antîkîteyan a Iraqê serê hefteya bihurî da zanîn ku wan ev wêne li Iraqê vegerandiye. Li gorî wezaretê, berhem li paytexta Urdinê Ammanê ketiye nav Koloeksiyona Hunerên Bedew a Ibrahîmî. Li gorî agahiyên Muzeya Neteweyî ya Hunerê Hevçax a Bexdayê Heseneyn Sadiq Ayîd, gava ku berhevkarê hunerê bedew Heseneyn el-Ibrahîmî pê dihese ku ev berhem ê Faîq Hesen e, berhemê li Iraqê vedigerîne. Wêne niha li wê muzeyê tê nîşandan.

Axir ev berhem yek ji 6 portreyên şêxê Kurd ê bi navê Bazî Kurdî Behdînanî ye ku Faîq Hesen li Zaxoyê xêz kirine. Di destpêka salên 1940´î de ev wêne hatine xêz kirin û ji ber wê jî em stîla naturalîst a di wêne de serwer dibînin. Jixwe Faîq Hesen jî wê paşê berê xwe bidaya ekspresyonîzmê û stîlên kubîst. Vî şêwekarê mezin ê Iraqê sala 1992´yan wefat kir.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.