- Li Belçîkayê polîsê Mawda ya 2 salî qetil kir tê dadgehkirin.
Şeva ku 16´ê GUlana 2018´an diqulibî 17´ê Gulanê, polêsê Belçîkî gule li maşîneke penaberên Kurd tê de reşandin. Di encamê de Mawda ya 2 salî hat qetilkirin. Polês hingê îdîa kir ku wan hewl daye erebeyê bisekinînin û ji ber wê gule berdane tekerên maşînê, lê ji ber ku bilez bûn, bê hemd gule li maşînê bi xwe ketine.
Lê navê polêsê ji çil salan bêhtir temenê wî heye, nehat eşkerekirin.
Lê belê îro li bajarê Belçîkayê Monsê, tevî du Kurdên ji Başûr, ew ê jî hazir be û rûyê wî wê xuya bike. Kurdên ji Başûr wê şofêrê maşînê û kesê ku bi qaçaxçîtiya mirovan tê gunehbarkirin in.
Polês qebûl dike ku gava wî erebe diajot, gule li maşîna li pêşiya xwe reşandine. Dibêje, gava ew fêr bûye Mawda ya du salî di destê dê û bavê xwe de miriye, "dinya bi ser de hatiye xwarê". Lê ew neheqiyê dixe stûyê de siyaseta dewletê ya li dijî penaberan ku li ser wî jî ferz dike, wisa bike.
Di dozê de dê û bavê Mawda yên ku niha li Ingilîstanê ne wê bi 3 parêzeran doza xwe bikin. Komeke parastina mafê mirovan jî pişta wan digire. Doz wê du rojan dewam bike.
Ji damezrênerên koma muzîka rockê ya efsanewî Pink Floydê, Roger Waters jî ji Belçîkiyan xwestibû Mawda û malbata wê li dadgehê tenê nehîlin.
Li polês dibe ku 5 sal cezayê hepsê bê birrîn ji ber ku ne bi qest mirovek kuştiye.
BRUKSEL