PKK partiyeke jinan e

În 27 Mijdar 2020 - 05:45

Koordînasyona KJK’ê der barê salvegera 42’an a avabûna PKK’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Em bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derkevin û bi berpirsyariyeke mezin peywirên xwe bi cih bînin.”

Di daxuyaniya KJK’ê de tê gotin: “27’ê Mijdara 1978’an ji bo gelê Kurd û jinan jî gavên pêşîn ên dîroka berxwedan û azadiyê ye. Avabûna partiya me di heman demê de bûye mîladek jî. Bi pêşengiya Rêber Apo, Hakî Kareran, Mazlûm Doganan, Kemal Pîran, Hayrî Dûrmûşan, Sakîne Cansizan û komek şoreşgerên bi cesaret, li ser esasê azadî, wekhevî û edaletê partî ava kirine.

PKK di serdema avabûna xwe de beşdariya jinan û xeta azadiya jinan bi nêrîneke stratejîk nirxandiye, kesayetiya jin û mêran a nû û azad di nav têkoşîna şoreşê de bi cih kiriye. PKK bûye partiyeke jinan, wisa mezin bûye û bûye partiya herî bi bandor a azadiyê.

PKK bi pêşengiya Rêber Apo, her dem kûrahiyek li xeta azadiya jinan û tekoşîna wan zêde kiriye, ferqa xwe ya xweser a ji partiyên din daniye holê. Avabûn, îdeolojî, felsefe û tarza jiyanê ya PKK’ê şîddeta li ser jinan qels kiriye. Bi gotina Rêber Apo ‘PKK partiyeke jinan e.’

Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK û PAJK’ê geş dibe, rastiya jinên azad û şervan derxistiye holê û ev bi ser xistiye. Jinên Kurd xwerêxistinkirina xwe ya xweser, partî, artêş, pergala xwe ya konfederal a demokratîk ava kirine û ji bo gelên cîhanê jî pêşengiya werçerxeke azad kiriye.

Li ser xeta Apoyî em partîbûna xurt pêk bînin li her qadê avakirina neteweya demokratîk bidomînin, li ser xeta serfiraziyê em têkoşînê geş bikin.  Em sala 43’emîn a PKK’ê bikin sala mezin a têkoşîn û serfiraziyê, ber bi azadiya Rêber Apo, Kurdistana azad û serfiraziyê bimeşin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.