Piştî 40 rojan bi saxî zarok dîtin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 12 Hezîran 2023 - 03:55

  • 4 zarokên ku 40 roj berê li daristanên Kolombiyayê winda bûbûn, sax hatin dîtin.

Li Kolombiyayê 4 zarokên ku bi ketina balafira yek motorî, li daristanên Amazonê winda bûbûn, hatin dîtin. Zarok bi xwarina fêkiyan sax mane.

Di balafira Cessna 206 de, ku di 1’ê Gulanê de tevî 7 rêwiyan li herêma Amazonê ya li başûrê welêt ket, cenazeyên 3 mezinan tevî pîlot û dayika zarokan Magdalena Mucutuy hatibûn dîtin û hatibû ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên xwişk û birayên hev ên 13, 9, 4 salî û pitikê 11 mehî dewam dikin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got, “Ji bo tevahiya welêt kêfxweşiyek e. 4 zarokên ku 40 roj berê li daristanên Kolombiyayê winda bûbûn, sax hatin dîtin.”

Hate ragihandin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ku bi piştgiriya balafir û helîkopterên artêş û hêzên hewayî yên Kolombiyayê, bi taybetî kûçikan daye dûv şopên fêkiyên ku zarokan dixwar û stargehên ji pelên daran.

Li aliyê din, derbarê çawaniya saxmayîna çar xwişk û birayên ku bi tena serê xwe li herêmeke bi ajalên kovî re ewqas demdirêj jiyane, agahî nehat dayîn. Lê tê texmînkirin ku kabîleyên li herêmê, alîkariya zarokan kiribin.

BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.