Piştgiriya Raperînê berfireh dibe
Duşem 13 Sibat 2023 - 00:27
- Li Ewrupa û Emerîkayê, piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ berfireh dibe.
11’ê Sibatê roja salvegera serkeftina Şoreşa 1979’an bû ku hemû gelên Îranê, tevger û aliyên siyasî tê de cih girtibûn û di dawiyê de tevgerek olî, bi rêveberiya Xumeynî dest bi ser Şoreşê de girt.
Bi vê boneyê li hemû bajarên Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve meş û çalakî hatin li darxistin ku xwendevan û karker neçar bibûn beşdar bibin.
Li Ewrûpa û Emerîkayê çalakî pêk hatin
Li gel bîranîna Şoreşa 11’ê Sibatê de, dijberên Îranê li bajarê Zelandaya Nû heta gelek bajarên Ewrupa û Emerîkayê, xwepêşandan û çalakiyên mezin li darxistin.
Xwepêşandan û çalakiyên hatîn pêkanîn bi tevlîbûna çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dehan bajarên welatên Ewustralya, Zelandaya Nû, Kanada, Emerîka, Fransa, Îspanya, Elmanya û Kibrisê hatin li darxistin. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dirûşmeya herî sereke ya çalakvanan bû ku bi gelek zimanên cuda dihat berzkirin. Her wiha çalakvanan hêrs û kîna xwe ya li hemberî Komara Îslamê anîn ziman. Herwiha wêneyên kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane û yên çavek yan jî her du çavên xwe ji dest dane hatin bilindkirin. Dirûşmeyên weke ‘Desthilata niha ya Îranê dijminê jin, dijminê jiyan û dijminê azadiyê ye’ hatin berzkirin.
Li bajarên Îranê çalakî hatin lidarxistin
Li gelek bajarên Îranê bi taybet li Îran û Meşhed, xelkê bi rakirina pankartên dirûşme li ser hatîn nivîsîn li ser ban û balkonên xwe, nerazîbûna xwe ya li dijî rejîma Îranê nîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN