Pêşangeha bi îlhama Ezedîno 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Gulan 2023 - 02:29

Îro li nêzî paytexta DYE’yê Washingtonê, li Manassasê li galeriya dîrokî ARTfactory, berhemên hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmed (Lukman Ahmad) tên nîşandan. Navê pêşangehê “Painted Musings” e. Luqman Ehmed bi vê yekê esas bi gotina "muse" a ji mîtolojiya Yewnan dilîze. Lewma ew îro roj bi maneya îlhama hunerî di zimanê Ingilîzî de bi cih bûye, lê di heman demê de koka peyva muzîkê jî ji vê peyva mîtolojîk tê. Pêşangeh wê heta 10’ê Hezîranê li xelkê vekirî be. Ew ê 2’yê Hezîranê jî li cihê pêşangehê biresmîne û xelk wê bibîne, ew çawa berhemên xwe yên şêwekariyê diafirîne. 

Lê resepsiyona ku Luqman Ehmed jî wê lê hazir be, îro ye. Luqman Ehmed bi xwe jî ji sala 2010’an ve li Manassasê weke penaber dimîne. Ew ji sala 1986’an ve şêwekariyê dike. Heta niha wî bêhtirî 100 pêşangehan li dar xistin e. 

Di berhemên wî de îlhama ku ji destanên Kurdî digire eşkere ye, nexasim jî ew destanên ku dengbêj wan dibêjin. Ji bo vê pêşangehê îlhama Luqman Ehmed Ezedîno ye. Ezedîno li gundê Hermşad ê Mêrdînê sala 1933´yan hatiye dinê. Wî 8 kasêt li Qamişloyê  û li Libnanê qeyd kirine û di van kasêtan de ew kilamên Bavê Nûrî, Derwêşê Evdî, Kalê Se’dûn, Kor Elî Beg, Wey Lo, Memê Alan û Bavê Lalo dibêje.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.