Pêşangeh ji bo keda jinê

Nûçeyên Jin

Pêncşem 4 Adar 2021 - 00:17

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  bi boneya 8’ê Adarê û bi pêşengiya Meclîsa Îştar û TJCM´ê doh pêşangeheke berhemên kurdewarî hat vekirin. Di  pêşangehê de jinan bal bire ser girîngiya rêxistinbûna jinan. 

Pêşangeh li salona konferansê bi dirûşma "Em jin xwe birêxistin bikin, bi Rêbertiyê re azad bijîn" hat vekirin. 

Di pêşangehê de dayik û jinên ciwan berhemên xwe yên kurdewarî weke xwarinên herêmî, destar, teşî, dezbiling, wêneyên bi dest hatîn çêkirin, nîşan dan. Her wiha jinên ciwan jî bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Wekî din Koma Şehîd Delîla ya Weqfa Jin a Wargeha Mexmûrê jî bi stranên xwe beşdarî pêşangehê bû.

Di pêşangehê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û endama Koordînasyona Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Kişwar Şerîf Fetah axivî. 

Kişwar Şerîf Fetah got, "Ev kombûna me jinan ji bo me coşek û heyecanekê mezin e. Em di vê baweriyê de ne, em ê bigihîjin azadiyê û dubare serketinê ji we re dixwazim û roja 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz be."

JINNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.