PEN a Kurd hevserokên xwe hilbijartin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11’an li bajarê Elmanyayê Oldenburgê li dar xist û rêveberiya xwe nû kir.

Navenda PEN a Kurd kongreya xwe ya 11’an li bajarê Elmanyayê Oldenburgê li dar xist û rêveberiya xwe nû kir. Anîsa Cahferîmehr û Omer Fîdan bûn hevserokên nû yên Navenda PEN a Kurd.

Navenda Pen a Kurd kongreya xwe ya 11’an  9’ê û 10´ê Tîrmeha 2022’an li Oldenbûrgê bi beşdariya zêdetirî 70 endaman pêk anî.
Kongre bi dirûşma 'Zimanê me hebûna me ye!” pêk hat û der barê xebatên Navenda PEN a Kurd û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Di kongreyê de Serokê PEN a Navneteweyî û endamê Navenda PEN a Kurd Burhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û înstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.

Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî ya ku ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hatin hilbijartin.

Her wiha di kongreyê de serokên rûmetê yên Navenda PEN a Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û Dr. Zerdeşt Haco bi boneya xebatên ku heta niha ji bo Navenda PEN a Kurd kirine, hatin pîrozkirin û xelatkirin.

Piştî hilbijartinê, kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serketî bi dawî bû.

Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PEN a Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêveber a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê Dr. Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hat.

Di civînê de karbeşî hat kirin û Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PEN a Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin.

Endamên Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda PEN a Kurd ên ku di kongreya 11’an de hatin hilbijartin ev in:

Anîsa Cehferîmehr, Dêrsim Oremar, Dilşad Xoşnaw, Dilşa Yûsif, Mesûd Eqil, Omer Fîdan, Roza Metîna, Salihê Kevirbirî, Şine Fayiq
Ji bilî wan 6 kes jî weke endamên cihgir hatin hilbijartin û ew jî ev in: Dîmen Sohrabî, Heval Dilbihar, Mîrhem Yîgît, Resûl Geyîk, Ronî Stêrk, Sultan Yaray 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.