Partiyên Kurdistanî: Dewletê xelk kuşt

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 16:24

  • Partiyên Kurdistanî got, “Roj roja xîretê ye”, banga hewar û alîkariya bi mexdûrên erdhejê re kir. Wan ji asta felaketê û mirina mirovan jî dewleta Tirk û saziyên wê berpirsiyar girt. 

 Partî û pêkhateyên Kurdistanî, derbarê erdhejê de daxuyaniyeke hevpar da. Wan got, berpirsê mirina mirovan a ji ber erdhejê, desthilatdariya şerxwaz a dewleta Tirk e.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD), Hereketa Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê-Tevger (TDK-TEVGER) û Platforma Jinên Kurd têkildarî karesata erdhejê bi dirûşma “Roj roja xîretê ye” li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat a Amedê daxuyaniyek hevpar dan.

Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz metnên daxuyaniyê xwendin. Wan got, “Ji bo dermankirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin hev. Roja 6´ê Sibatê erdhejên bi şid ên navenda wan li navçeyên Mereşê, rû dan. Erdhejan bandoreke giran li 10 bajar û bi sedan navçe, gund û gundikan kir. Erdhejê herî kêm bandor li 13 milyon mirovan kiriye. Li gorî agahiyên heta îro hejmara kesên di erdhejan da mirine, nêzî 44 hezaran e; hejmara birîndaran jî ji 200 hezar kesî zêdetir e. Bi sed hezaran avahî jî rûxiyane, xesareke mezin li wan bûye.

Xisara canî û malî zêde kir

Van erdhejan li Efrîn, Cinderês û Helebê jî rê li ber karesatên mezin vekir. Mixabin alîkariyeke berbiçav negihiştiye van deran. Heta niha 7 hezar kes mirine û bêhtirî 15 hezar kesan birîndar bûne. Gel di rewşeke perîşan de ye. Ji 6’ê Sibatê ve eşkere ye ku dewleta Tirk li van bajaran wezîfeyên xwe neanîne cih.”

Partiyên Kurdistanî bal bire ser alîkariya kêm û dereng, û bi bîr xist ku piştî erdhejê li van bajaran dewleta Tirk nebû. Wan got, nexasim jî 3 rojên destpêkê dewleta Tirk rê neda “ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê. Niha jî li gelek deran ev astengî dewam dikin.”

Wan da zanîn ku dewleta Tirk “rê li ber pirraniya alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cinderês û Helebê girtiye. Û bi van kiryanên xwe xisara canî û ya madî zêde kiriye. Helwesta dewletê mexdûriyeta erdhejê gelekî mezintir kir.”

Partiyên kurdistanê bi bîr xist ku desthilatdariya AKP û MHP’ê nexasim piştî 22’yê Tîrmeha 2015’an dest bi siyaseta şer kiriye û wiha dewam kir: “Berhemên vê hişmendî, siyaset û helwêsta Tirkiyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya takekesî û totalîter jî, texrîbat û xesarên erdhejê yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine.”

Kurd çûn hewarê

Partiyên Kurdistanî got, miletê Kurd tevî astengiyan jî li Kurdistan, Tirkiye û Dîasporayê bi hestiyarî çûye hewarê û wiha dewam kir: “Li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û li dîasporayê, me û gelek partî û rêxistinên siyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, şaredarî û şirketan, ji bo alîkariya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş kirin û dikin.”

Berpirsa sereke dewleta Tirk e

Partiyan bi bîr xist ku “Erdhej rûdaneke xwezayî ye û mirov nikare rê li ber bigire” û wiha bal bire ser berpirsiyariya dewleta Tirk: “Heke di erdhejekê de zirarên canî û malî çêbûn, berpirsyarê yekem ê herî mezin, bi dezgeh û wezaretên xwe ve, bi şaredariyên xwe ve dewlet bi xwe ye.
Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan bi encamên xerab ên karesata erdhejê re rû bi rû nemînin, beriya her tiştî divê gavên lezgîn ên ji bo sîstema rêveberiyên herêmî, ji bo rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz bêne avêtin.

Ji bo avakirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke taybet a stratejîk bê avakirin.”

Koç nekin!

Partiyan bal bire ser tehlûkeya qirkirina etnîk jî û wiha hişyar kir: “Ji bo gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me, cih û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, divê em xebateke mezin bihûnin. Ji bo vê jî em bang li gelên xwe, dezgeh û aliyên peywendîdar ên navxweyî û navneteweyî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê re cih û warên ku karibin di şertên însanî de li wan bijîn, peyda bikin; ji bo alîkarî û piştgiriya aborî em seferber bibin.

Ji bo ku derfetên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê bên kirin û bajarên ku karibin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew derfetên ji bo şer û çekan têne serfkirin bên rawestandin, dawî li şer bê anîn; divê daxwazên lezgîn ên miletê Kurd bên qebûlkirin û bi awayên siyasî û demokratîk rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bê vekirin.”

Partiyên Kurdistanî ji dewleta Tirk xwest êdî alîkariyan asteng neke û di dawiyê de jî bang li civaka navneteweyî kir: “Em bang li dezgehên navneteweyî, Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewrûpayê (YE) dikin da ku alîkariyên pêwîst û berfireh bikin.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.