Di erdhejê de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê wêran bûn. Bi sedhezaran mirov hewceyî alîkariyan in. Ji bo wê hema piştî erdhejê li paytexta Fransayê Parîsê jî, li Mala Elbistan-Bazarcixê saziyên li vê bajarî civiyan û maseyeke krîzê ava kirin.

FEDA, Mala Elbistan-Bazarcixê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya demokratîk, CDK-F û TJK-F, û gelek Kurd û Elewî beşdarî civîna krîzê bûn. Saziyan biryar da ku maseyên krîzan ava bikin û alîkariya madî bigihînin mexdûrên erdhejê. Wan ji bo tesbîtkirina rewşa malbatên mexdûr jî seferberî da destpêkirin.

Li tevahiya komeleyên li Parîs û derdora wê Roja Sor alîkariyan berhev dike. Di ser hesabên medyaya dijîtal de jî hesabên bankeyê yên Roja Sor hatin parvekirin. 

Hem ji ber sedemên weke mesrefa rêkirinê, dûrbûna deverê û ji ber ku dewleta Tirk alîkariyan desteser dike, maseya krîzê alîkariyên neqdî qebûl dike.

Maseya krîzê hesabê ji bo alîkariyê jî wiha parve kir:

Soleil Rouge – Roja Sor France
Banque : CIC TROYES HOTEL DE VILLE


IBAN : FR7630087335000002074770150
BIC : CMCIFRPP

Roja Sor - Komeleya Alîkariya Insanî ya Franco-Kurd


Tél : +33 7 81 36 27 45
E-mail : soleilrougedon@gmail.com

PARÎS